Share |

Behcet Yehya Elbûma ``Evînistan`` Derdixe

  Di van demên nêzîk de, nûtirîn elbûma hunermendê naskirî Behcet Yehya bi navê ``Evînistan`` belav dik, kû ji neh goraniyan pêk tê.

Di vê berhemî de, Dilêr Hesen, Goran Kamil, Aram Serdar, Xemgîn Ferec û Bextiyar Hemekerîm karên muzîkî têde kirine, wekî din muzîka goraniya bi navê ``Wam Ezan`` ji aliyê Behcet Yehya ve hatiye amade kirin.

Goraniyên di nava vê Elbûmê de, pêktên ji : Wam Ezanî, Ewînistan, Şekre Befre, Yadêk, Çenî Dûrbûm, Şayîrekî Şêt û Niştîman.

Ji aliyê ciwanî û wêneyê elbûnê ve wênegir Luqman Rehîmî, Aram Serdar û Nasîh Elî Xeyat û Nivîsên wê yên li ser bergê ji aliyê Xweşnûs Salar Necmedîn ve hatiye hunandin.

Biryare, ev berhem di van demên nêzîk de, ji aliyê Tomargeya Oskar ve li bajarê Silêmanî ve were belav kirin.

 

 

 

Zîrek Abdulrehman / C. M/PNA