Share |

Ber dehmena xatir xwastinê... Helbest : Gulnar Elî

Gulnar Elî

 

Dem nedema xem û giryanê ye.

Jan ji êşê bihêztir e,

teka zarokê bêpêngav e,

çi rêya naxwaze.

Di nava birînên min de, heyv giriya,

ewra sahî bariya,

rêvîng im, rê qetiya,

di rêya min de, rê reviya.

 

Hizrên min li hev dicivin.

Ramosanek ji lêvên mirinê

axa min jibo wê ye,

axa wê ya bêber e

ji axa min hez dike.

 

Li deşta hesretê

Nalbendê şasiwar xwe veqetand.

Bêwefa me,

tu, jêderî,

destê li bin berî,

zormendî, rê û rast,

kevoka spî, bigirnijîn,

beref esman ve difire.

 

xwazgînî ne,

next girane, can ne erzane,

hatin, darbesta şahedarê

bi gulzaran xemilî

 

Şaho me,

sêcaran ev sere. bi poşiyê girêda.

Sê caran, bejin bi kirasê spî xemilî.

sê caran, girî ji bo xwe girî

karwan, serumir diderê,

dengê çemerat, dengê bêdengiya namoyî ye.

xema nexwe,

axa pîroz şehyan e,

perîhan mêvan e.

 

Binve canim,

ji peyala şevên dirêj,

bakosî,

xewn,

xwezî,

êş û azar,

…………vedxwar.

Serhelbirîn,

- Binve, serê xwe ne êşîne

hana bêsudeye,

du rê hene,

du dawer in,

volkan, agirê baba gurgur e,

lehiyên rêya kurt in.

 

Ahor û rêkên dirêj,

stirî di rê de hen, dê te bêşînin.

Dadperwer, çavên te dixwîne,

ne tirse

kelem qeyda ezmanî vedike.

 

Firdosa bêezman,

xewê na hewîne

Axînokên li benda tîrojkên xewê mayîn,

agirdanka hizra gur dike..

silavê bi berbejna min

velorîne..

velorîne..

velorîne…..