Share |

Bi Agirê Newrozê Re Malpera Sema Kurd Roniya Xwe Geştir Dike

  Cejna we Pîroz
Cejna we Pîroz

 

Malapera Sema Kurd cejna Newrozê li we û li hemû

Malapera Sema Kurd cejna Newrozê li we û li hemû gelê cîhanê yên ku pêwistiya azadiya wan bi çirûskek agir û hêza Newrozê heye pîroz dikin Di vê roja pîroz a ku şev û rojan dike yek û di vê meha pîroz a ku êş, azar û şahîyên xwe li dilê mirovan diceribîne Sema Kurd hewl da ku bi malpera xwe ya nûkirî ji xwendevanên xwe re bibe arena hemû bîr, bawerî, raman, huner û hestên we.   Malpera me ev demek bû ji bo ku bikaribe xizmetek baştir û malperek xweşiktir ji xwendevanên xwe re pêşkêş bike bi mehaye ku derfetên xwe seferber kirin, da ku malpera ku hûn niha dibînin derxîne pêjberî we. Bi vê mebestê jî em hêvî dikin ku malpera me bi dilê we be. Armanca me ji vê malperê ne ew e ku em bi tenê şiklê li ser malperê bi awayek teknîk biguherînin, mebesta me ji vê guhertinê dewlemendkirina naveroka û babetên malperê ne û dewlemendkirina hemû cûreyên nivîsan bixwe ye. Bi vê armancê jî em dixwazin û emê hewl bidin ku hemû xalên li ser malperê tên weşandin hêz û tahmekê bide xwendevanên me.   Ji bo hêzkirin û berhemdarkirina malperê emê hewl bidin ku Malpera Sema Kurd bibe arena hemû bîr û ramanên kesên rewşenbîr, ronakbir, hunermend û dilsozên çand û hunera kurd. Bi vê boneyê jî wê asta malperê ji bo avakirina danûstandinên di navbeyna kurdan de xurt bike û wê bik ku bi rayek pêşketî pirekî avake di navbeyna gel û çandên derdorê de. Ji niha û pêve wê malper rojane xwe nû bike ku dê hûn xwendevanên me yên hêja bikaribin rojeva rojane bişopînin. Her wiha wê di hemû babetî de rê hebe ku hûn xwendevanên me yên hêja jî raya xwe li ser babetan binvîsin û heger ev şîrove li gor ûsûlê weşanê be û ji çarçoveya mijarê dernekeve, emê wan nivîsan jî belav bikin. Birêveberî û paldankên malpera me bi tenê nivîskar, nûçegihan, xwendvan û dilsozên kurd in ku ev ji du salan zêdetir e nêzîkî 3 milyon xwendevan û mêvanan serdana  malpera Sema Kurd kirine. Emê her wek Malperek serbixwe û bê pal û piştên hizban xizmeta xwe bi kêfxweşî ji bo we xwendevanan berdewam bikin. Spas ji bo serdana we ya malpera me, spas ji bo hemû hevkarî û dilsoziya we hemû biraderên hêja ku we berhem, nêrîn, helwest, bîr û rayên xwe gihandin û em bawer in ku hûn ê bi me re di berdewamiyê de bin. Silav û rêz ji bo we hemûyan.  Serpereştiya Beşa Kurdî

 

20 March, 2008 12:53:00