Share |

Bi stranên Rojdayê pira Amed-Viyanayê

Hunermend Rojda

Stranbêja dengxweş Rojda, bi awaz û repertuara xwe ya fireh demeke xweş bi kurd, tirk, elewî, ermenên Avurtaryayê da borandin û pira çandî di navbera Amed-Viyanayê de pêk anî....

Rojda ku wek vexwendiya Şaredariya Viyanayê digel şanda Amedê çû Avusturyayê, li meydana hundirîn a şaredariyê konserek da. Vê konserê ligel kurdên ji bakur, başûr, rojava û rojhilatê gelên dî yên Tirkiyeyê ên li vî welatî penahende anîn cem hev. FEYKOM û TEV-ÇANDê piştgiriya vê konserê kir û Nûnera Şaredarê Viyanayê Sandra Frauenberger behsa dewlemendiya çandan kir û got ku çand pira herî baş a di navbera bajaran de ye. Frauenberger destnîşan kir ku ji bo pêkvejiyanê rêzlihevgirtin û xweşbînî gelekî girîng in û got ku biryara şaredariya wan e ku têkiliya çandî digel Amedê geş bikin.

Pêşkêşvaniya şahiyê ji aliyê Tulay Tuncel ve hate kirin û tê de Şaredar Osman Baydemîr axaftineke kurt kir. Baydemîr bi bîr xist ku têkiliya biratî û çandî ya di navbera Amed û Viyanaya ku di dîrokê de pir ked daye malbata mirovahiyê pêk hatiye û got, nûnerên gelên qedîm ên Mezopotamyayê Ermen û Suryanan jî di şevê de amade ne. Baydemîr hêvî kir ku sedsala 21ê bibe sedsala azadiya gel û çandên Mezopotamyayê û xwest ku ev gel mafên xwe yên çandî, ziman û statûyê bi dest bixin. Baydemîr weha got, “Azadbûna kurdan a li Rojhilata Navîn, azadbûna gelên tirk, ereb, fars, ermen û suryanî ye. Çarenûsa mirovahiyê bi hev ve girêdaye.” Baydemîr banga piştgiriya digel xelkê Rojava kir.  

Stranên pirzimanî deng veda

Paşî stranbêj Rojda, bi straneke Dimilkî “Esmera min” dest bi ahenga xwe kir. Paşî bi zimanî Ermenî “Ninno” dewam kir ku ermenên ji welatê xwe penahendeyî Viyanayê bûne, pê hestyar bûn. Helbestvanê Kurd mihemed Emîn Pencewênî ku ji başûrê Kurdistanê bo dermankirinê li Viyanayê ye, li ber strana bi şêwezarê kurmanciya xwarê (soranî) “Seltene” dilzîz bû. Osman Baydemîr û protokola Avusturyayî li ber stranê rabûn govendê.

Rojdayê strana “Wey dil” ku ligel pîrê dengbêjan Şakiro straye û modernîze kiriye li Viyanayê jî pêşkêşî amadebûyiyan kir. Paşî bo bîranîna sultana strana kurdî Meryemxanê jî bi awaza “Yadê rebenê” ahenga xwe hêj xweştir kir. Hunermenda dengbêj bo xatrê tirkan strana “Gelmiş bahar” bi tirkî stra û bi “Xurfanî“ û “Evdo” jî amadebûyî li dîlan û govendê xweş kirin.

 

PUKmedia