Share |

Ciwan Haco bo karesata Şingalê klîp çêkir

  Hunermendê navdarê Kurdistanî Ciwan Haco kilîpek nû li ser karesata Şingalê ya piştî êrişên çekdarên DAIŞê çêkir, ku bi hezaran kes di encama êrişên hovane yên DIAŞê de û herwiha ji tîna û birsa li çiyayê Şingalê jiyana xwe ji dest dan û bi sedan hezar kes jî koçper bûn.

 Di karesata Şingalê de bi sedan keç û jin ji aliyê DAIŞ ve hatin revandin û kuştin û bi sedan pîr û kal qetil kirin bi mezintirîn karesata sedsala 21`emîn hate binav kirin ku bi ser gelê Kurd ên Êzidî de hat.

 Kilîp ji helbesta helbestvanê Kurd Ehmed Husynî ye a bi navê Şingale ji aliyê Ciwan Haco ve hatiye xwandin.

 

PNA