Share |

Dîwana Fatma Savci bi navê “Dotmara Lal” derket

Kitêba şi’ran a nû ya Fatma Savci, bi navê “Dotmara Lal” di nav weşanên Avestayê de derket.

 

Ji şi’ra “Rûyê Qisas”

 

Keçik bixwe qurafa çiyayekî ye

Sêdara çikandî tûrikê milê wê ye

Lê axirî ew niha ne bi birîna xwe

Bi diyariya xezalê dikule…

 

FATMA SAVCI

 

Di sala 1974an de, li gundê Girêmîra ku li ser Nisêbînê ye ji dayik bû. Dibistana seretayî li Girêmîra xwend. Di sala 1992yan de, ji bo raman û çalakiyên xwe yên siyasî hate girtin. Di dawiya sala 2003yan de, ji zindanê derket derve. Hîna li hundir helbestên wê di kovar û rojnameyên kurdî de belav dibûn. Fatma Savci niha li Swêdê dijî, mamostetiya zimanê kurdî dike û xebatên xwe yên wêjeyî di çavê dûrbûneke tîrtir de, li zeman û serdemeke sartir didomîne. Berhemên Fatma Savci

- Gulên Qasid (şi‘r, 2006)

- Xewnên Zîvîn (şi‘r, 2007)

- Bîra Birînê (şi‘r, 2010)

- Şewq û Payiz (pexşan, 2011)

- Ristika Morîkan (çîrok, 2012)

- Ber bi Binxetê ve / Rojnivîska Rojava (Rojnivîsk, 2012)

 

Dotmara Lal

Fatma Savci

ISBN: 978-605-5279-72-1
12x19.5, 64 rûpel, 10 L

 

AVESTA LI FÛARA KITÊBAN A IZMÎRÊ YE
19 – 27 Nîsan 2014 / Izmîr

AVESTA İZMİR KİTAP FUARI’NDA
19-27 Nisan 2014 / İzmir

19. Fûara Kitêban a Izmîrê di 19 - 27ê Nîsanê de deriyê xwe ji kitêbhezan re vedike. Avesta îsal bi dehan kitêbên nû beşdarî fûarê dibe. Weşanxane dawî sala 2000î beşdarî fûara Izmîrê bûbû.
Em li bendî xwendevanên kurdî ne.

AVESTA 19. İZMİR KİTAP FUARI’NDA
19-27 Nisan 2014 / İzmir
19. İzmir Kitap Fuarı, 19-27 Nisan 2014 tarihlerinde Uluslararası İzmir Fuar Alanı’nda okurlarla buluşmaya hazırlanıyor. Avesta Yayınları da bu sene fuarda yer alıyor.

SALON: 2
STAND NO: 110 A
19-27.04.2014
Uluslararası İzmir Fuarı

 

www.avestakitap.com

https://www.facebook.com/wesanenavesta

https://twitter.com/avestayayin

http://www.youtube.com/avesta1995