Share |

Dîwana ( Guldeste ) ya Dr. bedirxan Sindî li Istenbolê derket

Hozan Emîn

 

 

 Hozan Emîn….Li van demên dawî de, çapa diwem ya Dîwana (Guldeste) ya Dr. Bedirxan Sindî, li weşanxana VENG bi  tîpên Latînî li Istenbolê çap û belav bû, tê zanîn ku çapa yekem li Dîmeşqê bi navê ( Hozanît min)

di sala 2009an de çap bibû, ev dîwan ji 340 rûpelan pêk tê û di nava xwe de 90 helbestan dihwîne, ku di gelek deman de nivîsîne, ji wan vedigerin demên kevin û destpêka nivîsandina helbestê di salên 1960an ji aliyê Helbestvan ve, heya vê dawiyê ku helbestên wî yên nû wek ya ( Ezbenî) ku gelek navdar bû.

Ev dîwan bi awayekî ciwan û bi rêk û pêk hatiye çap kirin û ji aliyê Nivîskar Zeyneb Yaş ve serrastkirina rastnivîsa wê hatiye kirin, û li ser bergê dîwanê yê dawî diyariyek hatiye nivîsandin têde weha hatiye " Ev berhem Pêşkêşe bo... Ruha wî kesî yê ku min li biçûkatiyê bi dizîkî ve berê xu dida wêna wî ya veşartî li binê canteyeka babê min û demê min gotbayê eve kî ye? Babê min, digote min, ne karê te ye, dê mezin bî, dê zanî kî ye.

Erê... Min zanî kî ye. Welê min hêşta nezaniye dê kengî (hemî) hêviyên xudanê wênê bi cih ên, dê kengê ew wêne li dîwarê, (hemî) Kurdistanê bêne hilawestin. Xudêwo, tu bêjî ez dê berî mirina xu wê miradê bibînim? Bo te ye xwedanê wêna veşartî ya di dilê me da, her û her... Barzaniyê nemir...

Dr. Bedirxan Sindî bejnik berz e, ji bejnên helbesta kilasîk û azad li devera behdînan, û cihekî wî yê xuya heye di meydana helbestê de li tevayî Kurdistanê, helbestên wî ramanên xwe ji êş û azarên kurda di nava wan demên bihurî de di jiyana wî de pêktên, û di nava wan rûdanan de, bi xemgînî û dûrbûn ji xizim û kesûkarên xwe geh li xerîbiyê geh di zindanê de, geh li derbiderî û koçberiyê , û ev demên zehmet di jiyana xwe de  bi hevîrê helbestê sitra ye û ji wan êş û kederan, dahênaniya wî dibişkive û mêweyê helbestê digre, û xweşiktirîn peyv û ciwantirîn rist û bi hizr û bîrek bi hêz, bi awayê sirûdan ku mirovan pal dida nava şoreşê û wan dihiştin ku ruyê zulim û sitemkariyê de birawestin , weha dibêje di pêşgotina Dîwana xwe de " Hozan, derd e, êş e... Mirovî digirt welê derdekê xweş e... Êşeka tam şîrîn e. Mirovê hozanvan ji ezel ra bi meya kovaniyê serxweş e û berew ebediyetê diçit û gurzên pirsiyara didite ber sîngê xu... Çewa... Kengî... Bo çî...?  weha pêda çûye heya ezmûna wî ya helbestnivîsê pêşketiye, û gelek helbestên nûjen nivîsîne, ku bi ruhê xwe ya netewayetî ve, ku wijdanê gel dihejîne, û bi xweşikbûna sirûşta Kurdistanê ve ruhê mirovan geş dike, û şîn û xemgiya xwe dixist nava helbestên xwe de, heta helbestên bi wan hestên xwe yê mirovayetî sînorên welat dibezanidin û li her çar hêlên kurdistanê belav dibûn, çi bi rêka sitrana be ku mezintirîn hunermendên kurda wê demê helbestên wî kirine sitran û bi awazên xweş û nazik ew helbest dihatin tomarkirin û belavkirin, wek ( Tehsîn Taha, Gulbihar, M. Şêxo …Hwd.

Kurtiyek ji jiyana Bedirxan Sindî

Dr. Bedirxan Sindî, nivîskar, helbestvan û wêjevanek kurd e û navekî naskiriye di nav edebiyata Kurdî de. Li bajêrê Zaxoyê di sala 1943an ji dayikbûye, . Di sala 1966an de, li paytexta Îraqê, li Bexdadê zanîngeh bi dawî aniye û di sala 1979an de li Ingilîstanê doktora Zanista Psikolojiyê wergirtiye. Di sala 1960an de dest bi nivîsîna helbestê kiriye. Helbestên wî bi zimanê Kurdî û Erebî, di kovar û rojnameyan de hatine belavkirin. Wî di destpêkê de gelek bi serkeftî helbestên klasîk nivîsandine, paşê jî yên serbest nivîsîne. Her weha gelek helbestên wî ji aliyê hunermendên Kurd ên wekî; Tehsîn Taha, Mihemed Şêxo, Erdewan Zaxoyî, Eyaz Yûsif û hwd...ve bûne stran û sirûdên Kurdî yên bi nav û bang.

Bi zimanê Kurdî û Erebî berhemên wî ; "Civata Kurdî Di Edebê Wî De", Sadiq Behaeddîn Amêdî, Nivîskarekî Kurd e. Memê Alan(Ji Kurdî wergerandiye Erebî), Zêmarên Çiyayî (Helbest), Helbestvanê Gundê Perîxanê, Pendên Kurdî(Pirtûka Berhevkarî ya Ordîxanê Celîl - Celîlê Celîl) ji tîpên latînî Vegustiye tîpên Erebî, Civaka Kurda Di Çavên Rojhilatnasan de, Hozanêt Min(Helbest) û gelek pirtûkên di yên di warê perwerde û psîkolojiyê de hatine çap û belav kirin. Her weha bi sedan lêkolîn û gotarên di warê; siyaset, çand, wêje, dîrok û folklora kurdî de nivîsîne, ev gotar di kovar û rojnameyan de hatine belav kirin.

Li ser ked û berhemdariya wî ya çand û hunera Kurdî gelek bawername û xelat wergirtine. Her weha endamê gelek sazî û sendîqên rojnemevanî û wergêriyê ye li Kurdîstan, Iraq û derve. Di jiyana xwe ya têr û tijî berhemdarî de bûye xwedanê gelek erk û wezîfeya sernivîseriya gelek kovar û rojnameyên wekî; Çiya, Hawkarî, Beyan, Rengîn, Rewşenbîrê Niwê, Kovara Şems Kurdistan(Bi zimanê Erebî) û niha jî li Bexdayê sernivîseriya rojnama "El-Te'axî (Birati)" dike.