Share |

Dîwana Helbestê „ Were „ tu bi xêr hatî ya Dr. Ebdilmecîd Şêxo derket

 

 

 

 

Berhema hevpêşeyê me Dr. Rojnamevan û lêkolîner Ebdilmecîd Şêxo ya bi sernavê 

( Were ) derçû, û wek mêvanekî delal, xwîn sivik hate li deriyê mala me da. 

Berhem ji 52 helbestan, û 104 rûpelan pêk tê, ( were ) jî yek ji wan e. Bi hevokine hindik û rindik,  zimanekî kurdî hêsan û şêrîn Dr. E. Şêxo helbestên xwe hûnandine û pêşkêşî me dike. Em li vir naxwazin li ser naveroka helbestan rawestin, me ev yeka ji hevpêşeyên xwe yên rexnevan re hêşt, bila ew vê berhemê li bêjingê xînin.  

Dema mirov van helbestan dixwîne, hestekî weha li ba peya dibe; ku her helbestek encama serborî û serpêhatiyekê ye, çimkî peyvên wan ji kûraniya dilê wî derketine. Û raste rast di dilê mirov de cihê xwe digrin.

 

 

   Cihê gotinê ye ku piraniya nivîs û berhemên Dr. Mecîd Şêxo lêkolîn in, û hindikê wan werger in, ( Were ) berhema wî ya helbesta a pêşin ne. 

Hundir pirtûkê bi çar tabloyên xweşik û watedar yên şêwekar Gulistan Bozo û Silêman Îsa hatine xemilandin. Dazayna bergê jî hunermendê Şêwekar Reşad Yûsiv çêkiriye, û ji weşana (Sersera ) Berlîn derçûye. 

Pîroz be rêzdar Dr. Mecîd û hûn her berhemdar bin.

 

* Têbîneke biçûk bo hezkiriyên helbestê:  Her kes dikare bê lihember ( bê pere ) libekê ji vê berhemê bi dest xwe ve bîne. Telefon û WhatsApp ev e:  0049/17643156168.

 

Elî Cefer