Share |

Dîwana Mihemed Omer Osman “Li Xurbetê” bi kurmancî derket

Li Xurbetê

Mihemed Omer Osman

GENERALÊ PAYÎZÊ

Melankolî bi kurdî xweş e!

 

Dîwana Mihemed Omer Osman “Li Xurbetê” bi kurmancî derket. Dîwan, di sala 1985an de li Silêmanî derket û yekem û dawî dîwana şair e. Heta niha gelek caran hatiye çapkirin. Kitêb, ji aliyê Osman Mehmed ve ji soranî bo kurmancî hatiye wergerandin.

 

Ez im generalê payîzê

 

Şifqeya li serê min ewr e

Û stêrkên li ser milê min çend pelên çilo yên rengzîvî

Sakoyê li min nermeba ye

Û şûrê min çiqlê dareke riziyayî

Ez im generalê payîzê

Payîz bêyî min sêwî ye

Ez bûm min got belê meytê siya kesk e

Pelê weşiyayî koçkirî

Bi tenê ez im ku di mihraba payîzê de

Ji bo giyanê zindî yê pelan

Nimêja şehîdan dikim Navê wê nakim nimêja miriyan...

 

 

 

Şêrzad Hesen, Bextiyar Elî, Letîf Helmet û Şêrko Bêkes bo WÎ dibêjin:

“Xwezî cur’et û derfeta min hebûya li ser vê dîwanê binivîsim bêyî ku ez zilmê lê bikim.”

Şêrzad Hesen

“Ew qesîdeyek e û pêwîstiya wî bi tefsîrê heye. Ne mumkin e ligel tu kêliyeke şi’rî, ligel dîtina her ciwaniyê min ew neanîbe bîra xwe.”

Bextiyar Elî

“ Ev şa’ir di bingehê xwe de endazyar nebûye û ne endazyar e; lêbelê ew ê bala xwe bide wan apartmanan ku li her du aliyên ca’deyên li xurbetê çêkirine, wê şaş bimîne ji wê endazekariya ku wî ruhê dûkelî encam daye.”

Letîf Helmet

Em di vê dîwanê de şa’irekî dibînin ku naşibe hevalên xwe yên şa’ir ên wê serdemê. Welatekî dî yê şi’rê ji xwe re peyda kiriye. Ev dîwan yek ji haveynên şi’rê ye. Pirrbêjî û quflên destkird û lîstikên xerab ji bêjeyên wê dûr in. Muzîka şi’rê baskê hilfirîna şi’rê ne.”

Şêrko Bêkes

Mihemed Omer Osman

Sala 1957an li taxa Dêrgezên a bajarê Silêmaniyê ji dayîk bû. Sala 1980yî ji ber şerê navbera Iraq û Îranê naçar ma dest ji xwendina xwe berde ku wê hingê di Kolêja Zanist û Wêjeyê de pola şeşem dixwend. Ligel karê rojnamenivîsiyê karkerî jî kiriye. Sala 1975an dest bi karê nivîsandin û rojnamenivîsiyê kir. 1985an take-dîwana xwe ya bi navê “Le Xurbeta (Li Xurbetê)” çap kir. Ji ber şi’reke bi navê “Generalê Payîzê” ya di nav vê dîwanê de navê wî wek Generalê Payîzê belav bû. Şi’rên di vê dîwanê de di demeke kurt de di nav wêjedostan de belav bûn û Generalê Payîzê bû îdolê xortan. Şi’rên di dîwanê de heta niha hatine wergerandin li zêdeyî 10 zimanan. General, bi vê dîwanê re reng û şêwazeke nû anî nav şi’ra kurdî. Sala 1991ê di Kongreya Yekîtiya Nivîskarên Kurd de li Şeqlawe bû endamê Yekîtiya Nivîskarên Kurd. Şi’rên wî niha di polên 11em ên dibistanên navîn de û herwiha di beşên wêjeyê de li zankoyan tên xwendin. Heta niha çendek tezên master û doktorayê li ser take-dîwana wî hatine nivîsandin. Berhemên wî wek şi’r, kurteçîrok û wergêran bi awayekî berbiçav heta niha di gelek rojname û kovaran de hatine belavkirin.

Generalê Payîzê, ne xwedî tu post û meqamî ye di hikûmeta Herêma Kurdistanê de û ev bi salan e li Silêmaniyê wextê xwe bi xwendin, nivîsandin, wênekêşan û ramana li payîzê bi ser dibe.

 

 

ISBN: 978-605-5279-64-6

13.5x21.5, 160 rûpel, 14 L

www.avestakitap.com

https://www.facebook.com/wesanenavesta

https://twitter.com/avestayayin