Share |

Daxuyaniya sazkirina Weqfa Ciwan Haco

 Ciwan Haco

Ji bo hemû sazî, dezgeh, medya û raya giştî yên kurdî!

 

Ez bi dilxweşî û bi silavên germ we agahdardikim, ku min weqfa xwe ya Ciwan Haco, ya ku bingeha wê li Swêd e û şaxekî wê li Istanbol ye sazkiriye.

Min heya niha bi derfetên xwe yên taybet hewl dabû, ku huner, stran û muzîka kurdî biafirînim, nû bikim û pêşbixim. Tiştê bi dest min ve hat min kir û ez ê hîn bikim. Lê ev e bû

demek min hest dikir di ber karê xwe yê hunerî de projeyeke weha ya Weqfê saz bikim, ku armanca wê bi giştî geşkirin û piştgirîya hunera kurdî be, bi rêka alîkarîya ciwanên behremend çi di warê stranbêjîyê de be yan çêkirina CD û klîpan be, şano be yan jî lidarxistina şev û konsêrtan be.

Hêjayê gotinê ye, ku ev proje û Weqf bê alîkarîya cenabê serokê herêma Kurdistan, berêz Nêçîrvan Barzanî, ne diçû ser û ronî ne didît. Herweha piştgirî û alîkarîya berêz Sîrwan Barzanî ji bo min û Weqfê cihê rêz û serbilindîyê ye. Ez spasî û rêza xwe ji bo cenabê wan pêşkêş dikim.

Weqf dê bi hunermendên kurd re û yên din re jî kar û hevkarîyê bike, ji bo hemû cûre piştgirîya gelê kurd.

Em amade ne bi sazî, dezgeh û weqfên din re jî kar û hevkarîyê bikin, nemaze bi Weqfa Xêrxwazîyê ya Barzanîyê nemir re, ji bo xêrxwazîya gelê kurd li hemû perçên Kurdistanê.

Bê goman ev karekî ne hêsan e, lê ez hêvîdarim ku ez li gor behwerîya we bim û tiştê ji destê min were ez ê kêmanîyê tê de nekim.

Silav û rêz ji bo hemû layan.

 

Ciwan Haco

Swêd, Nîsan 2014