Share |

Dengbêj Mehmûd Kizil wefat kir

Dengbêj Mehmûd Kizil ku rih dabû gelek klaman di 79 saliya xwe de îro wefat kir.

Dengbêjê kurd Mehmûd Kizil di sala 1939'an de li Amedê hat dinê. Ew wekî yekemîn dengbêj tê hesibandin ku li Bakur bi kurdî plak derxistiye. Di serdema ku kurdî li Bakur qedexe ye de ew klamên kurdî distrê. Ji salên 60'î heta 1974'an bê navber xebata xwe ya hunerê didomîne û bi dehan plakan dadigire. Paşê ji ber zehmetî, qedexe û gelek sedemên din dest ji hunerê ber dide. Di salên 90'î de carek din deng dide, rih dide klaman û carek din albuman derdixe. Vê carê albuma wî "Ax Ciwanî" derdikeve.

Klamên "Îbo Begê Parsûnê", "Cembelî", "Lawikê Metînî", "Salihê Pismam" hin klamên wî bûn. Her wiha "Lîdero" ku li ser rewşenbîrê kurd Yusuf Azîzoglu çêkiribû yek ji klama wî ya ku pir tê zanîn e.

Piştî Şaredariya Amedî dikeve destê kurdan û şaredarî qed û qîmetê dide dengbêjan, qedrek mezin dide wî jî û ew jî di bin banê şaredarî de dest bi xebatê dike.

Mehmûd Kizil ev demek bû nexweş bû û dihat dermankirin lê îro wefat kir.

 

Diyarname