Share |

Derhêner Mihemmed Gozutok (Sînemaya kurd dikare sînoran têk dibe)

Derhêner Mihemmed Gozutok

Ji ber vê yekê ev sînema dikare sînorên navbera kurdan têk bibe û wan nêzikî hev bike. Wek kurdan, sînemaya wan jî perçe bûyî û bê dewlet e û hêvî ew e ku her dû ji bibin xwedî dewlet.

 Li gor Sînemager û felsefevanê Anatolya navîn  Mihemmed Gozutok tîne ziman ku sînemaya kurd jî nîşan dide ku êş û xema kurdan yek e û li ser kurdan yekîtiya neteweyî ferz dike. Ji ber vê yekê ev sînema dikare sînorên navbera kurdan têk bibe û wan nêzikî hev bike. Wek kurdan, sînemaya wan jî perçe bûyî û bê dewlet e û hêvî ew e ku her dû ji bibin xwedî dewlet.

 

Sînemayê watedariyê kûrtir dike

 

Mihemmed Gozutok, ku yek ji kurdên Anatolya navîn e, di sala 1975’an de li Enqereyê tê dinê. Ji ber sedemên siyasî, hîna di nûciwaniya xwe de cezayê zindanê lê tê birîn û ji bêçarî direve Başûrê Kurdistanê. Lê belê li vê derê jî zindan dev jê bernade û demekê di zindanê de dimîne. Piştî 5 salan ku doza darizandina wî betal dibe vedigere û li stenbolê dest bi xwendin û perwerdehiya felsefe û sînemayê dike. Gozutok sinemayê wek hunera avakera dîmenên pirperçeyî rave dike û dom dike: “Dîtin jî seheka herî bingehîn a mirovan e. Ji ber vê yekê jî sînema gelek bi hêz e û dikare di mêjiyê mirovan de wateyên kûr biafirîne. Ji ber vê min xwest ez serê xwe bi sînemayê biêşînim, perwerde bibim û sînemaya kurd bigeşînim. Di 2011’an de bi pêşniyaza hevalekî, min belgefîlmê ‘Masîvanên Bejiyê’ kêşa. Par min kêşanên kurtefîlmê bi navê “Xalxalok” kêşa û nêzîkî mehekî ye me ew qedandiye. Her wisa par me dîmenên belgefîlmê bi navê “Geştek li Başûr” kêşa û ez niha li ser honana wê belgefîlmê dixebitim. Bi van berhemên xwe ez ê beşdarê mihrîcanan bibim”

 

‘Kurtefîlm erzan in’

 

Di derbarê hezkirina kurtefîlman a sînemagerên kurd de jî Gozütok dide zanîn ku sedema vê yekê bê budceyî ye. Gozutok diyar dike ku ji bo fîlmên dirêj pêwîstî bi hebûna kerta sînemayê an jî  piştgiriya dewletî heye û ji ber ku li tu perçeyên Kurdistanê kerta sînemaya kurd tune ye û tenê li Kurdistana Başûr dewlet piştgirî dide derhêneran sinema kurd nikare pêngaveke nû bide destpêkirin. Gozutok di derbarê gihandina temaşevanan a fîlmên kurdî bi kêmbûna holên sînemayê ve girê da û wiha dom kir: “Bêguman ji hêla yasayî ve hin pirsgirêk hene. Lê bi dîtina min egera nebûna vê ew e ku li Kurdistanê çanda sînemayê tune ye. Sedema din jî ew e ku piraniya fîlmên kurdî fîlmên hunerî û dramayî ne û ji ber vê jî ev fîlm tenê bala beşeke civakê dikêşîne. Fîlmên heyî bêtir bi bi mihrîcanan digihîjin temaşevan. Her çiqas hin kanalên televizyonan jî van fîlman biweşînin jî ev têr nake. Me li Stenbolê li Weqfa Îsmaîl Beşîkcî Koma Sînemaya Kurdî ava kir û ev sê sal in em li weqfê fîlmên kurdî nîşan didin û arşîva sînemaya kurdî çêdikin. Nihal li şaxa Amedê ya Weqfê jî ev xebat heye û her hefte fîlmên kurdî tên nîşandan. Li hin cihên din jî xwendekarên zanîngehan bernameyên wisa li dar dixin”

 

‘Salên 90’an destpêk in’

 

Di derbarê salên geşbûna sînemaya kurd de Gozutok, fîlmê Nîzamettîn Arîç ê li ser qetlîama Halebceyê yê bi navê ‘Kilamek Ji Bo Beko’, fîlmê Huseyn Erdem ê bi navê ‘Siyabend û Xecê’, yê Omîd Elçî yê bi navê ‘Mem û Zîn’ û çend fîlmên ku di wê demê de hatine kêşan mînak nîşan da û got ku bi vî awayî fîlmên destpêka sînemaya kurd derketine holê Gozutok dom kir: “Lê belê sînemaya Kurdî di destpêka 2000’an de berhemên hêja afirandin. Behman Gobadî di 2001’an de Dema Hespên Serxweş kêşa û ev fîlm pir olan da û di mihrîcanan de xelatan wergirt. Gobadî dûre jî çend fîlmên serkeftî kêşa. Bi saya van fîlman sînemaya kurd, hem li Kurdistan hem jî di qada navneteweyî de cihekî ji xwe re çêkir. Derhênerên Başûrî yên wek Jano Rojbeyanî û Huner Selîm ku li derveyî Kurdistanê dijiyan li Başûrê Kurdistanê fîlm çêkirin. Li Bakurê Kurdistanê Kazim Öz û Miraz Bêzar berhemên baş afirandin. Ji Rojava Mano Xelîl bi berhemên xwe rê li ber derhênerên din vekir. Di salên 2010’î de êdî gelek derhênerên din ên kurd gelek fîlmên serkeftî afirandin û ev fîlmên wan di gelek mihrîcanan de şayanî xelatan hatin dîtin”

 

‘Nasnameya kurd nasnameya sînemaya kurd e jî’

 

Mihemmed Gozutok di warê geşkirina pêwendiyê de derhênerên kurd derfetdartir dît û da diyar kir ku derhênerên kurd ji nivîskar, şanoger, wênesazên kurd bêtir ji hev haydar in û bi taybetî bi rêya mihrîcanên fîlman yên ku li Kurdistanê, li Tirkiyê û Ewrûpayê tên lidarxistin derhênerên kurd hev û berhemên hev nas dikin. Gozutok li ser nasnameya sînemaya kurd jî vê nirxandinê kir: “Eger mebesta me ji nasnameyê pêkhatina zimanekî taybet ê sînemayî be, bi raya min hîn zimanekî taybet ê sînemaya kurd hilneberiya ye. Lewre her derhênerekî kurd di bin bandora sînemaya wan welatên ku lê dijî dimîne. Dema ku em li derhênerên Rojhilatî dinihêrin, em dibînin ku di bin bandora sînemaya Îranê de mane. Bakur û Başûr jî bi heman awayî ye. Heta ku kerteke taybet a sînemaya kurd çênebe û kurd li her çar parçeyan mafên xwe yên neteweyî bi dest nexin, ez bawer nakim ku derhênerên kurd bikaribin nasnameyeke taybet a sînemaya kurd hilberînin”

 

‘Fîlmên me dişibin hev’

 

Li ser naveroka fîlmên derhênerên kurd de jî Gozutok balê kêşa ser hevşibîna fîlmên wan û got: “Hebûna sînorên ku li gel erdnîgariyê di mêjiyê kurd de jî perçebûnê peyda kirî ye, penaberî, şer, bêdewletî, qedexebûna ziman û çandê, qetlîam û hemû qeyvên ku wek wate li van peyvan digoncivin, mijara hemû derhênerên her çar parçeyên Kurdistanê ne. Her wisa em hin hêma û taybetiyên çanda kurd di berhemên derhênerên parçeyên cihê yên Kurdistanê de jî dibînin. Wek nimûne; Em tev dizanin ku kurdan dewlemendiyên xwe yên çandî ji belgeyên nivîskî bêtir ji hêmanên çanda devkî wergirtine û gîhandine heta îro. Gotineke sosret ku vê rewşa me baş tîne ziman heye; ‘Gotin diçe lê nivîs dimîne’ Li ba kurdan ev gotin ne li dar e. Heta em dikarin bêjin ku li gor kurdan nivîs namîne, lê gotin dimîne. Dema ku mirov fîlma derhênerê Rojhilatî Şehram Elîdî ya bi navê ‘Sirte Legel Ba’ temaşe dike, mirov kalekî dibîne ku diçe, dengên kesên ku ji hev dûr in, li kasetan tomar dike û wan kasetan digihîne kes xizmên wan kesan. Pêşmergeyek bi rêya van kasetan dengê zarokê xwe yê nûjidayikbûyî guhdarî dike. Her wisa dema ku mirov li fîlma derhênerên bakurî Zeynel Dogan û Orhan Eskîkoy a bi navê ‘Dengê bavê min’ jî temaşe dike, mirov dibîne ku kurdekî ji bo kar çûye Ewropayê dengê xwe di kasetan de tomar dike û ji malbata xwe ya ku li Kurdistanê dimînin re dişîne. Ango ew jî li dewsa nameyên nivîskî kasetên dengê xwe dişîne. Em di gelek berhemên din ên sînemaya kurd de rastî van taybetmendiyên hevpar ên çanda kurd tên. Ji van aliyan ve berhemên kurdî dişibin hev. Lê belê ji hêla şêwaz û zimanê sînemayê ve nasnameyeke hunerî ya sînemaya kurdî hîn pêk nehatiye”

 

BasNûçe / Enqere – Berivan Gerdenmorî

 (BasNûçe) / (r.s)