Share |

Dezgeha Sema pirojeya xwe ya çapkirina Pirtûkan berdewam dike .

Hozan Emîn : Ji Xebatên Dezgeha Sema ya çandî û Hunerî ji bo xizmetkirina çand û edbiyata Kurdî û belvkirina berhem û Dehênanên Nivîskar û Rewşenbîrên Kurd ta ku Pirtûkxana Kurdî Hîn Dewlemend û

 Zengîn tir bibe . Ji vê baweiyê Dezgeha Sema ya çandî û Hunerî li Dubey daxwaze ji wan kesê ku nivîsînê dike û berhema dahênanî derdixe , û bi taybetî ji bo wan kesên ku ji wan nayê berhema xwe çap bikin wî derfetî ji wan re vedike .û alîkarî bi Nivîskarên Kurd re dike ta ku berhemên wan Ruhniyê bibînin û hîn xort tir û çalak tir Hizir û derbirînên xwe di derbarê hemî curyên çandî ji Helbest û çîrok Roman û lêkolîn …hwd . Dezgeha Sema ya ku wek Erk daye ser millên xwe ku vê xebatê ber bi pêş de bibe û bi şêweyekî pir bi rêk û pêk van berheman hilbijêre û bi xweşiktirîn û baştirîn rengî çap bike . ev xebat berdewame û her wê berdewam bike .

 

Tê zanîn ku Dezgeha Sema ev sal 2007 rêze pirojên cih reng da bû pêşiya xwe û ya herî girîng ew ku Pirojeya çapkirina 10 pirtûkan bibe serî ev pirtûkên ku ji aliyê (Komîta weşanê ya Dezgeha Sema ) hatibûn erê kirin di despêka sale de . ev pîlan jî di vê dema Dawî de gihişt asta xwe ya herî dawî û bi lez û bez pirtûkên mayî ber li çapkirin xelaskirnê ne .

 

Ji wan pirtûkên Hêja yê ku di rêze pîlana çape de bûn ..

 

1- Pirtûka bi navê Ehmedê Xanî . Destana Mem û zîn ( ROMAN û HUNER) ya Nivîskar û Lêkolîner Heyder Omer bi Zimanê Kurmancî Hatiye çapkirin .

 

2- Pirtûka bi Zimanê Erebî Kurteçîrok ya bi navê ( Leqîtet Al-ersîfe) ya nivîskara Kurd Emîne birîmko hatiye çapkirin .

 

Hêjayî gotinê ye ku ev herdû pirtûk li weşanxana Hîro ya çap û weşanê hatine çapkirin . û hêjayî xwendinê ne û wê di nava demekê kurt de têkevîn nava destê xwendevanan de li Rojavayê kurdistanê û Dubey û Herêma Kurdistana Iraq û Ewrupa .

 

31 March, 2008 02:31:00

 

 

[04:55 , 13 Dec 2007]