Share |

Dilşad Seîd xelata “Cemîl Horo û Bavê Selah” a 2022 an wergirt

Hunermend û mûzîkjenê Kurd ê navdar Dilşad Seîd xelata her du henermendên Efrînî “Cemîl Horo û Bavê Selah”a ji bo Afirandina Hunera Kurdî li bajarê Bonnê wergirt.

Ji bo bîranîna her du hunermendên koçkirî yên herêma Efrînê Cemîl Horo û Bavê Selah, şeva borî li bajarê Bonn ê Almanyayê û bi beşdariya rewşenbîr, nivîskar û Kurdên ji her çar perçeyên Kurdistanê, Festîvala Duyemîn a Rêzgirtinê ya Xelata “Cemîl Horo û Bavê Selah” birêve çû.

Pêşkêşkirina Xelata Cemîl Horo û Bavê Selah bo hunermend Dilşad Seîd Pêşkêşkirina Xelata Cemîl Horo û Bavê Selah bo hunermend Dilşad Seîd

Endamê Komîteya Amadekar Inayet Dîko ji K24ê re got: Di festîvalê de Xelata Cemîl Horo û Bavê Selah ji bo hunermendê gewre Dilşad Seîd bi destê romannivîs Jan Dost hate pêşkêşkirin, ew jî wek rêzgirtinekê ji bo kar û hewlên wî yên hunerî yên mezin di pêşxistin û nûjenkirina mûzîka Kurdî de.”

 

Inayet Dîko diyar kir jî, Di festîvalê de çalakiyên din ên cuda hebûn ku mûzîkjen Welîd Hemoto çend perçeyên mûzîkê pêşkêş kirin, helbest hatin xwendin, şanoyeke bêdeng ji aliyê şanoger Ekrem Giro ve hate pêşkêşkirin û Koma Zozan a Folklora Kurdî jî hin sema û lîstikên xwe pêşkêş kirin. Her wiha tabloyên her du şêwekaran Cîhan Îbrahîm û Melek Muxtar û karîkatorist Inayet Dîko jî hatin pêşandan.

Festîvala Xelata Cemîl Horo û Bavê SelahFestîvala Xelata Cemîl Horo û Bavê Selah

Ji bo bîranîna her du hunermendên koçkirî yên herêma Efrînê Cemîl Horo û Bavê Selah, di Mijdara 2018an de “Xelata Cemîl Horo û Bavê Selah” hate damezirandin, li gorî komîteya wê xelatê jî, ew xelat dê ji bo hunermendên ku xebatên mezin di warê hunera Kurdî de kirine tê pêşkêşkirin.

Xelata yekem a Cemîl Horo û Bavê Selah di sala 2018an de di merasîmekê de ji bo hunermend Nizamettin Arîç hatibû pêşkêşkirin.

 

Festîvala Xelata Cemîl Horo û Bavê SelahFestîvala Xelata Cemîl Horo û Bavê Selah

Dilşad Seîd di sala 1958an li Duhokê ji dayîk bû. Piştî ku wî xwendina xwe ya bilind di enstîtuta mûzîk li Bexda temam kir di orkestra têlêvîzyon û radyo ya Bexda de kar kiriye. Di sala 1979an grûpa mûzîka Duhokê damezrand.

 

Dilşad Seîd ji sala 1984an heta 1988 li Zanîngeha Wales xwendina xwe ya bilind berdewam kir û bawernamya masterê wergirtiye, ji sala 1991an de li Nemsayê bi cih bûye û li zanîngehên wî welatî waneyên mûzîkê dide. Di sala 2015an de jî senfoniyên Pêşmerge û Şengalê danîn.

Xelata Cemîl Horo û Bavê Selah 

Hunermendên Efrînê Cemîl Horo (1934 - 1989) û Bavê Selah (1952 – 2016) wek du hunermendên herî navdar ên di warê dengbêjî û staranên Kurdî yên kevnar de li Rojavayê Kurdistanê û li perçeyên din yê Kurdistanê dihatin naskirin û roleke wan a mezin di xwedîlêderketin û parastina hunera dengbêjiyê de hebû.

 

Cavkanî-Kurdistan24