Share |

Dr. Nûredîn Zaza ji weşanên Sîtavê û nivîsa Konê reş derket

 

  Dr. NÛREDÎN ZAZA (Kurdê Nejibîrkirinê 1919–1988) JI ALIYÊ WEŞANXANEYA SÎTAVÊ VE HAT ÇAPKIRIN Pirtûka nivîskar Konê Reş ya ku li ser jiyan û têkoşîna

Dr. Nûredîn Zaza nivîsiye ji aliyê weşanxaneya me ve ji çapê re hate amadekirin. Pirtûka ku ji bo 100 saliya jidayîkbûna Dr. Nûredîn Zaza hatiye amadekirin niha li çapxanê ye û dê heta çend rojên din bigihîje ber destê xwendevanan. Em wekî Weşanxaneya Sîtavê şanaz in ku me berhemek wiha giranbuha çap kir. Di vê berhemê de agahiyên berfireh li ser jiyan, têkoşîn û berhemên Dr. Nûredîn Zaza cih digirin. Her wiha nivîsên Dr. Nûredîn Zaza bi xwe jî tê cih digirin.

Ji her hêlê ve berhemeke hêja û giranhuya ye û xwendevan dê sûdeke gelek mezin jê bigrin. Bi vê boneyê em 100 saliya jidayîkbûna Dr. Nûredîn Zaza pîroz dikin û wî bi hurmet bibîr tînîn.

  Weşanxaneya Sîtavê