Share |

Du Birayên Bedirxanî: Celadet û Kamiran Bedirxan (1913-1923)

Ev Pirtûka nû ku ji weşanxaneya DARA Li Amedê derketiye. behsa malbata bedirxaniyan dike. Armanca lêkolîna li ber destê we, hinek ronîkirina xebata civakî û siyasî ya Emîn Alî Bedirxan û bi taybetî jî herdu lawên wî; Celadet û Kamiran Bedirxan e, di deh salên dawî yên Dewleta Osmanî de. Di vê xebata li ber destê we de, sî û heft meqaleyên birayên Celadet û Kamiran Bedirxan hene.

Emin Alî Bedirxane lawê Mîr Bedirxan, serkirde û revebirekî bijarte ye tevgera Kurd e di dema dawî ya İmperetoriya Osmanî de. Her weha ji lawen wî Sureyya, Celadet û Kamîran Bedirxan ji endam û rêvebirên çalak en tevgera Kurd bûn û wê demê bi giranî di warê çapemeniye de kar kirine. Xebata wan a di warê nivîsandinê de, di sala 1913 ye de dest pê dike, lê belê karkirina wan a di rojnameya Serbestîyê de, dibe destpêka karê rojnamevaniya profesyonel a birayen Bedirxanî. Celadet Bedirxan bûye redaktorê alikar e rojnameya Serbestiyê û Kamîran ji wek nivîskarê herdemî di rojnameyê de kar kiriye. Serbestî, di ve demê de wek weşaneke Cemiyeta Peşxistina Kurdistanê hatiye weşandin. Nivisên wan ne tenê di nav rûpelên Serbestîyê de, di rojnameyen wekî Türkçe İstanbul û İctihada Abdullah Cevdet û wd. de jî hatine weşandin. Di weşanen navborî de; hemû nivîsên her dû birayan ji bi zimanê osmanî ye.

 

Di nav ve pirtûke de 37 meqeleyên Celadet û Kamîran Bedirxan hene û bawer dikim piştî çapa yekemîn, cara peşîn e ku li ser hev têne çapkirin. Naveroka van meqeleyen wan, ji bo ronikirin û rastxwendina tevgera neteweyî û siyasî ya Kurd a navbera salên 1918-1922an pirr girîng e.

 

Lekolîner û nivîskar: Seîd Veroj