Share |

Efsaneya hunera Kurdî Hesen Zîrek piştî 50 salan hêj di dilê gel de dijî

Di ser koça dawî ya hunermendê navdarê Kurd ê ji Rojhilatê Kurdistanê Hesen Zîrek re ku wek “hunermendê netewî yê Kurdistanê” tê binavkirin, 50 sal derbas bûn.

Hesen Zîrek ku yek ji strêkên geş ên çand û hunera Kurdî ye, di sala 1921an de li qezaya Bokanê ya ser bi parêzgeha Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê ve ji dayik bû.

Hesen Zîrek tevî ku stran gotine, tekst û awaz jî ji stranên xwe re amade kirine. Ji ber dengê xwe yê xweş û hunera wî ya herî ast bilind, Zîrek li her çar parçeyên Kurdistanê gelek naskirî û navdar e, bi taybet jî li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê gelek kes guhdarî stranên wî dikin.

Ew hunermendê navdar her ji zaroktiya xwe ve stran gotine û ji ber gelek jêhatî bûye, weke Zîrek hatiye naskirin.

Ji ber bûyerekê berê xwe dide Başûrê Kurdistanê û sala 1953an diçe Bexdayê û li radyoya Bexdayê dixebite. Hunermend Hesen Zîrek li Bexdayê hunermendekî din ê Kurd ê navdar ê bi navê Elî Merdan dibîne û bo yekemîn car stranekê li radyoya Bexdayê tomar dike. Paşê çend berhemên din jî li heman radyoyê qeyd dike.

Hunermend Hesen Zîrek di sala 1958an de vedigere Îranê û li radyoya Kurdî ya Tehranê, radyoya Kirmaşanê û radyoya Tewrêzê dixebite û stranên xwe qeyd dike.

Di heman salê de Hesen Zîrek medyakara Kurd Mîdya Zend nas dike û bi wê re dizewice û du zarokên wan ên keç hene.

Zîrek di stranên xwe de helbestên gelek helbestvanên Kurd bikar aniye, wek Nalî, Wefayî, Pîremêrd, Hêmin, Seyid Kamîl, Kurdî û Herdî.

Gelek stran û berhemên wî yên navdar hene, wek Newroz, Wek Qumrî, Ketane, Hey Nar, Kirmaşan Şarî Şîrînim, Eman Doktor, Esmer, Yalla Şofêr û…htd.

Hesen Zîrek bi hejmarek ji hunerendan re jî stran gotine, yek ji wan Fatime Zergerî stranblja Azerî bûye û wan bi hev re strana Bê Doktor qeyd kirine.

Hunermendê navdar ê Kurdistanê, di 26ê Hezîrana 1972an de li qezaya Bokanê koça dawî kiriye û her li Bokanê jî hatiye veşartin.

 

Rûdaw