Share |

Encamnameya Kongreya 11emîn a Navenda PENa Kurd diyar bû.

Navenda PENa Kurd kongreya xwe ya 11emîn di 9ê Tîrmeha 2022an de li bajarê Oldenburgê yê Elmanyayê bi beşdariya zêditirî 70 endaman pêk anîye. Kongre bi dirûşma “Zimanê Me Hebûna Me Ye!” pêk hatiye û derbarê xebatên Navenda PENa Kurd û xebat û têkoşîna rewşenbîriya kurdî de nîqaş û nirxandin hatine kirin.

 

Di kongreyê de destpekê Serokê PENa Navneteweyî û endamê Navenda PENa Kurd Bûrhan Sonmez, berpirs û rayedarên gelek sazî û enstîtuyên Kurdan ên li çar aliyên cîhanê, gelek navendên PENên din û gelek kesayetan bi nameyên pîrozbahiyê piştgirî dane kongreyê.

 

Di kongreyê de piştî gengeşeyên li ser rêbazê, Komîteya Birêvebir a Giştî ya ku ji 9 endamên esil û 6 endamên cihgir pêk tê bi dengê 67 endaman hatine hilbijartin. Her wiha di kongreyê de serokên şanaziyê yên Navenda PENa Kurd Dr. Bêrîvan Doskî û Dr. Zerdeşt Haco bi boneya xebatên ku heta niha ji bo Navenda PENa Kurd kirine hatin pîrozkirin û xelatkirin. Piştî hilbijartinê kongre bi hêvî û daxwazên beşdaran bi awayekî serkeftî bi dawî bûye.

 

Di heman rojê de di çarçoveya Rêbaza Navenda PENa Kurd de, civîna yekemîn a Komîteya Birêvebir a Giştî ya nû bi rojeva karbeşiya navxweyî, birêvebirina endamên dîwana kongreyê Dr. Bêrîvan Doskî, Abdullah Hicab û Kemal Sîdo pêk hatiye.

 

Her weha Omer Fîdan û Anîsa Cahferîmehr wek hevserokên Navenda PENa Kurd hatine hilbijartin. Her wiha Dilşad Xoşnaw wek sekreterê giştî, Salihê Kevirbirî û Dîmen Sohrabî jî wek berpirsên darayî hatine hilbijartin.

 

Navên endamên Desteya Rêveberiya esil wiha ne:

Anîsa Cehferîmehr, Dêrsim Oremar, Dilşad Xoşnaw, Dilşa Yûsif, Mesûd Eqil, Omer Fîdan, Roza Metîna, Salihê Kevirbirî, Şine Fayiq.

Navê endamên Desteya Rêveberiya cihgir jî wiha ne:

Dîmen Sohrabî, Heval Dilbihar, Mîrhem Yîgît, Resûl Geyîk, Ronî Stêrk, Sultan Yaray

 

bianet(AY)