Share |

Enstîtuya Çanda Kurdî ya Vîyanayê xelata Şerefnameyê ya sala 2022yen dîyarî romannivîsê kurd Firat Cewerî kir

Enstîtuya Çanda Kurdî ya Vîyanayê "Xelata Şerefnameyê ya Çand û Zimanê Kurdî" ya sala 2022yan dîyarî nivîskarê navdar Firat Cewerî kir.

Birêz Cewerî, ku ev çil sal in di warê kurdî de dixebite, roja şemîyê, 5ê Mijdara 2022yan, ji bo wergirtina xelatê ji hêla Enstîtuya Çanda Kurdî ya Vîyanayê ve hat vexwendin.

Nivîskarê qedirbilind Firat Cewerî, ji ber keda wî ya demdirêj di warê edebîyata kurdî de, bi taybet jî di warê romanê de, hêjayî wê yekê bû ku ji hêla hejmareka nivîskar, rewşenbîr, hunermend û xwendekarên kurd ve bi şahîyeka taybet were pêşwazîkirin.

Firat Cewerî bi xebatên xwe yên ji çil salî zêdetir bi roleka gelekî balkêş di pêşveçûna edebîyata kurdî de rabûye. Cewerîyî heta niha 40 pirtûk nivîsandine, 40 hejmarên Kovara Nûdemê weşandine. Herwiha ew di warê wergerê de jî xwedî kedeka mezin û hêja ye. Wî heta niha nêzî 15 pirtûkan ji zimanê siwêdî wergerandîye kurdî.

 

  1. Kurtejiyan birêz Firat Cewerî

 

Firat Cewerî li Dêrika Çiyayê Mazî hatiye dinyayê. Di destpêka salên heftêyan de bi malbata xwe re koçî Nisêbînê kir. Li Nisêbînê bi salên xwe yên biçûk ket nav tevgera şoreşgeriyê û bi hin hevalên xwe re komeleyeke kulturî ava kir. Nivîskariya Cewerî ya bi kurdî jî her di wan salan de dest pê kir.

Firat Cewerî bi armanca nivîsandineke azad di sala 1980 de terka welêt kir û li Swêdê bi cih bû. Di eynî salê de jî wî kitêbeke xwe da çapê. Ji wê salê û bi vir de Cewerî di nav tevger û çalakiya edebiyata kurdî de ye. Di destpêka salên heyştêyan de wî bi nivîs û çîrokên xwe beşdarî li kovarên kurdî yên seranserî dinyayê kir. Wî di adara 1992an de dest bi weşandina kovara Nûdemê kir û deh salan bêyî navbir derxist. Herweha Firat Cewerî bi riya Nûdemê bi çendan navên nû li edebiyata kurdî zêde kirin û di aktuelhiştina edebiyata kurdî de roleke mezin lîst.

Di prosesa weşana Nûdemê de Cewerî kovareke xwerû werger bi navê NÛDEM WERGER derxist û weşanxaneya Nûdemê ava kir. Bi riya weşanên Nûdemê wî nêzîkî sed berhemên kurdî pêşkêşî kitêbxaneya kurdî kirine. Herweha wî kovara HAWARê ku bingehê edebiyata kurdî ya nûjen e, ji nû ve civand û mîna du cildan çap kir.

Firat Cewerî ji destpêka 1980 de çîrokan dinivîsîne û ji nivşê sirgûnê çîroknivîsê pêşî ye. Çîrok û kitêbên Firat Cewerî wergeriyane swêdî, almanî, erebî, farisî, tirkî, îtalî û zaravayê soranî. Herweha çîrokên wî di antolojiyên almanî, erebî û tirkî de cih girtine û di radyoya Swêdê ya giştî de hatine xwendin. Herweha ji ber berhemên Cewerî fîlm jî çêbûne.

Ev demek e Cewerî xatir ji çîrokê xwestiye û ketiye cîhana romanê. Wî heta niha bi navê Payiza dereng, Ez ê yekî bikujim, Lehî, Maria melekek bû û Derza dilê min pênc roman nivîsandine. Hem di cîhana edebî ya kurdî de, hem di ya tirkî de û hem jî di ya swêdî de bi baldarî tête şopandin.

Sala 2020, 40saliya nivîskariya Firat Cewerî bû. Wî di van 40 salan de 40 kitêb nivîsandine û wergerandine kurdî. Wî ji sala 1980 û bi vir de di zik hev de salê kitêbek an nivîsandiye an jî wergerandiye kurdî. Herweha wî di hundirê deh salan de 40 hejmarên kovara Nûdemê jî derxistine.

Akademiya Swêdê ya ku xelata Nobel ya edebiyatê dide, sala 2018an Firat Cewerî ji ber xebatên wî xelat kir. Di sala 2020an de wezareta rewşenbîrî ya Kurdistanê Firat Cewerî bi qelema zêrîn xelat kir.

 

  1. Xelata Şerefnameyê
  2.  

Xelata Şerefnameyê ya Çand û Zimanê Kurdî di gelawêja 2018an hat damezrandin. Xelata Şerefnameyê her sal ji aliyê Enstîtuya Çanda Kurdî ya Vîyanayê ve ji bo nivîskar û rewşenbîrên, ku giringtirîn pirtûk û xizmet ji bo çand, ziman û pirtûkxaneya kurdî pêşkêş dikin, tê diyarîkirin.

 

  1. Lîsteya Xelatgiran:

 

2018 Prof. Dr. Celîlê Celîl

"Ji bo rola wî ya balkêş di parastina çand û zimanê kurdî û bi taybetî folklorê kurdî de".

2019 Birêz Şahînê Bekirê Soreklî

"Ji ber ked û xebatên wî di warê ziman û rojnamegeriya kurdî de".

2020 Birêz Konê Reş :

"Ji ber ked û xebatên wî di warê çand, ziman û wêjeya kurdî de".

2021 Birêz Jan Dost :

"Ji ber ked û xebatên wî di warê ziman û wêjeya kurdî de û bi taybet di warê romanê kurdi de".

2022 Birêz Firat Cewerî :

ji ber ked û xebatên wî di warê edabîyata kurdî de bi taybet di warê romanê kurdi de.

 

 

https://ku.wikipedia.org/wiki/Xelata_%C5%9Eerefnam%C3%AA

#kurdischeskulturinstitut #firatcewerî