Share |

ERÊ SEYDA… Mela Ebdullah Mela Reşîdê Xerzî

 

Erê Seyda erê Seyda

Di Sasûn da di xerzan da

 

Ji bo kurda te pir deng da

Ji bo azadîya merda

 

Te mal û can û hiş tev da

Bi xweydan û bi xwîn pêda

 

Di him ber tirk û tazîda

Di cenga tirk û tacîk da

 

Te go :dînê me ev bêje

Sitem-karîhilîn :gêje

 

Biyektî û bi zanîn kin

Bi şîret û bi şêwrê kin

 

Bi mêranî bi dîn-darî

Te doza kurd dikir karî

 

Erê seyda di sasûn da

(Mella Reşîd) te ders pir da

 

Te kina kes ne kir dilda

Nezanîn bes te dujminda

 

Mela Ebdullah Mela Reşîdê Xerzî

(Dîwana Mela Reşîdê Xerzî)