Share |

EW EZIM…HELBEST: HİNARA TAJDÎN

HİNARA TAJDÎN
HİNARA TAJDÎN

Bê Welat, bê  ax ezim,

 

Istuxwer, dildax ezim,

 

Bê bostan û bax ezim

 

Bê sûc û dilsex ezim.

 

Bê kofî, kitan ezim,

 

Bê serdilk, gulav ezim,

 

Evîndar, evdal ezim

 

Nizam kuda bibezim ?

 

Bê nav û nîşan ezim,

 

Bê Welat, Wetan ezim,

 

Xwedî şehîdan ezim

 

Xwelî ser, hêsîr ezim.

 

Per, bask şikestî ezim,

 

Bê pişt û kember ezim,

 

Dilê xweda dikzirim

 

Lê belê tim  bi nazim.

 

Hevalno, ez bi lezim,

 

Berbi royê dibezim,

 

Bê gul, çîçek, bê rezim

 

Ya dilkovan ew ezim.

 

Çev şil, hêsir ew ezim,

 

Dibim behr dihurikim,

 

Tû demî naxeniqim

 

Ezê Welat hemêzkim.

 

Ça dêlegur hêrs ezim,

 

Bûka reş rûbxêl ezim,

 

Zend qelepçe ew ezim

 

Hucra terîda ezim.

 

Dilorînim ew ezim,

 

Kuştin, lêdan naxwezim,

 

Mafê xwe diparêzim

 

KURDISTANÊ dixwezim.

 

 

 

Xelat