Share |

Fênik Mihemed şahciwana 2013 a Herêma Kurdistanê ye

Duyemîn şahciwana Kurdistanê di merasimeke taybetî de li bajarê Hewlêrê hate hilbijartin. Evê carê keça herî bedew a Kurdistanê ji bajarê Silêmaniyê hate hilbijartin.

Di pêşbirka şahciwaniyê ya sala 2013 a Kurdistanê de ku şeva bihorî li Hewlêrê hate sazkirin, ji nav 12 keçan de keça bi navê Fênik Mihemed wek şahciwana Kurdistanê ya 2013 hat hilbijartin. Di merasimê de gelek hunermendên kurd û biyanî, berpirsên hikûmetê û hevwelatîyên Kurdistanê beşdar bûn.

Piştî ku şahciwana Kurdistanê ya sala 2013 hate hilbijartin, şahciwana Kurdistanê ya  sala 2012 Şênê Ezîz Ako taca şahciwanîyê danî ser serê Fênik Mihemed û pîrozbayî lê kir.

Fênik Mihemed di sala 1988 de li bajarê Silêmaniyê ya Herêma Kurdistanê ji dayik bûye û li welatê Swîsre dijî.

 Hewlêr (PNA)