Share |

Finda Hemû Cîhanî ...helbest: Mahsûm Nisêbînî

 

Ji keleha pîroz

ji xaka Arînan

lehengîdeng bilind dibe


bi rûmet û bi hêvî
pêl bi pêl dilîlîne


li seranserî Cîhanê


herkroniya xwe diçurise


bi kelecaniya hêstsotîn


govenda evînê diqîrim


ji dilên melûl

bîstîkên şîniyê diqurêfim


çavên şaşekor

bi bedêlstêrkan vedibin


bi fipa lêhengên Kobanê


rivînên dilbiqîr ditefin


rondikherka çavên min

lêv li ken jiyana min 


banga azadiya min 


Kobanê 
Kobana min


tu rûmet û her canî


finda hemû Cîhanî


deng û rengên çeleng

brûskan vedidin


tevliva Koban û Şingala dilovan


jînrêziyê hinbêz dike


bi dilgermî baskên spî difîrîne


li peyte me bi şev û roj


tu jankêşî ez im dilsoj


tu merqedî tîrêjeroj

Kobanê 
Kobana min


tu rûmet û her canî


finda hemû Cîhanî


di henesa azadigeran de


hêzşewqa gelan digere


li sernişûviya şîniyê aramî difûre


bena kiryarên nirxkujan diroxe


ji xapînokên xwe xwefiroşiyê

vedidizin


bi livreşiya xwe

perda xeyalên qetî dalêsin


tilmîzên mîjokdar… 


giwêniyên berbayê Kobana rêngîn in


dil dikelin ji bo te

ne
ziman pesindarê te

ne
dest çepikên vîna te ne


Kobanê 
Kobana min


tu rûmet û her canî


finda hemû Cîhanî

 

Mahsûm Nisêbînî

Çile 2015