Share |

Gotûbêjek li ser pirtûka (Belongings) li wêjegeha Amedê

 Hatice Kamer. Zeynep Yaş û Dilawer Zeraq
Hatice Kamer. Zeynep Yaş û Dilawer Zeraq

Di dewama çalakiyên werzê xwe yê payizê de Wêjegeha Amedê êvara 30ê Îlonê li Ro Cafeyê, li bajarê Amedê, bi moderatorîya Lal Laleş û Seçkin Arslan digel Zeynep Yaş, Hatice Kamer û Dilawer Zeraq  gotûbêjek bi navê “Welatekî Pir Dûr” li darxist.

Di vê çalakiya ku Wêjegeha Amed ji 3 nivîskara re li darxist û têde behsa Antolojîya Belongingsê hat kirin ku di vê antolojîyê de, nivîsên pênc nivîskarên Kurd û pênc  nivîskarên Samî cîh digirin. Antolojî bi sê zimanan hatîye belav kirin : Kurdî, Samîkî û Îngilîzî.

Piştî ku hersî nivîskaran beşek ji nivîsa xwe xwendin li dawiyê gotûbêj bi beşdaran re hat kirin û pirtûk hate imzakirin.

- Belongings antolojîyek e ku di encama serlêdanên du alî yên 5 nivîskarên Sámi û 5 nivîskarên Kurd de hat afirandin, û ev serlêdan jî li çarçoveya hevkarîya du malên wêjeyê: Tjállegoahte- Författarcentrum a li Sápmiyê li bajarê Jåhkåmåhkke/Jokkmokk, Swêdê û Wêjegeh Amed a li Amed/Diyarbekir, Tirkiyê çê bûn. Ev berhem pêhesînên wêjeyî pêşkêşî xwînerên Sámikî, Kurdî û Îngilîzî dike li dor mijarên wekî welat, dîrok, çand û ziman; û her wisa rastî û sêwirînên du civakan bi rêya nivîsên afirîner ên li ser bingeha nîşeyên qadê dide kifşê.