 
         
        (Ji bo Bîranîna 4 an ya koçkirina Helbestvanê navdar şêrko Bêkes )
Jimartin
	Eger karibî
	guliyên vî baxî
	yek bi yek bijmêrî!
	Eger karibî
	hemû masiyên gir û hûr
	yên nava çemê pêşberî xwe
	bijmêrî!
	Eger karibî
	dema koçberiya teyran
	yên ber bi jêr û ber bi jor ve
	yên ber bi jor û ber bi jêr ve
	yek bi yek bijmêrî
	wê demê ez jî soz didim
	heçî qurbanên
	vê axa şîrîn ya Kurdistan
	yek bi yek bo te dijmêrim
***
Helebçe
	Çardehê mehê bû
	Bayê pênûsa min firand li Goyje yê
	Dema ku min ew dît û dest bi nivîsê kir
	Pêl bi pêl firiyan peyvên min
	Panzdehê mehê bû
	Sîrwan pênûsa min girt û çû
	Dema ku min ew girt û dest bi nivîsê kir
	Bûn masî helbestên min
	Şanzdehê mehê bû
	Axx! şanzdehê mehê
	Şarezûr pênûsa min girt
	Dema ku li min vegerand
	Min xwest binivisînim
	Tiliyên min wek Helebçe hişk û ziha bûn
***
	"Eger ji nav şîîrên min
	Gul bavêjin der
	Ji çar werzan
	Werzekî min dimire.
	Eger yar bavejin der
	Dudu dimirin.
	Eger nan bavêjin der
	Sisê dimirin.
	Eger azadî bavêjin der
	Sala min dimire
	Û
	Ez bi xwe jî dimirim"
***
îro payîzê bar kir û
çû ji vir
ku ez ketim warê wê yê vala
axînek jê mabû
min axîn anî mal
axîn wek kubêjî
payîz taybetî
ji bo min dirûtibe
tam li gor şîîrek min be
***
şehîd: nemir e wek çiya
weke berf û weke dar
wek gulebax û wek bihar
şehîd av e
tîna zeviyê dişkêne
tilî û dest e
êşa axê dihejîne...
***
Evînî
min guhê xwe da dilê axê
ji min re qala evîna xwe û baranê kir
min guhê xwe da dilê avê
ji min re qala evîna xwe û kaniyê kir
min guhê xwe da dilê darê
ji min re qala evîna xwe û pelan kir
dû re min guhê xwe da dilê evînê
ji min re qala azadiyê kir
***