Share |

Hôtel Europe bi kurmancî derket

 

Romana Ferhad Pîrbal “Hôtel Europe” bi kurmanciya Besam Mistefa di nav weşanên Avesta de derket. Çîrokên Pîrbal jî berê bi navê “Çolistan” bi kurmancî derketibûn. Avesta hemû roman û çirokên Ferhad Pîrbal werdigerîne kurmancî.

Qena‘eta me ew e ku sala 2012an ji bo edebiyata kurdî, bi taybetî romana kurdî ê bibe mîladek. Romanên ku îsal çap dibin û ên ku çap bibin mirov dikare wek lûtkeya edebiyata kurdî bibîne. “Êvara Perwaneyê” ya Bextiyar Elî ku berî bi du mehan çap bûbû, rastî elaqeyek baş tê. Her sê kitêbê Şêrzad Hesen di kitêbxaneya kurdî de cihê xwe girtin.

Hezkiriyên kurmancî bila li bendî surprîzan bin: Di dorê de romanên nû yên Fawaz Husên û Jan Dost hene.  Barê Şevê, Martînê Bextewer...

Û wî ji bîr nekin! Ew jî li vir e: Beroj Akreyî...

Edebiyata kurdî ber bi dinyayên nû ve diçe.

 

Hôtel Europe

 

Mihemedê Hacîzade, meleyekî kevn î îranî ku ji aliyê rejîma meleyan a Tehranê ve hatiye xel’îlîbaskirin û li Parîsê penaber e, eger peyda bibe bi qaçaxî kar dike, bê nasname ye, nikare here ciyekî…
Ferhad, vebêjerê romanê, ressamekî kurd li Parîs / Montmartre portreyan çêdike. Bi şev li hotêlekê kar dike: Hôtel Europe.
Monsieur Luciana, cihûyekî bi eslê xwe portekîzî, li Parîs, Oxford û Tel Avîv xwediyê milkên mezin, doktora xwe li ser şaîrekî îranî kiriye, xewna wî ya mezin serdana Esfehanê ye.
Saqî Gulçîn, li San Francisco xwediya galeriyeke navdar, femînîsteke ehlî keyf…
“Hôtel Europe” laboratuwareke Rojhilat û Rojava ye, do û îro, em û ên din, niştecî û biyanî, rastî û çewtî raserî hev in.
Û wek di romanê de tê gotin bûyereke piçûk:
“Hertim tekane bûyereke piçûk heye çarenivîsa me destnîşan dike. Lewma em, hemû, hergav ji xwe re dibêjin: ‘Eger ew bûyera ji rêzê neqewimîba, ew hemû bûyerên din qet nedihatin serên me.’
Tu kes nîne rojekê ji rojan, ev gotin ji xwe re negotibe!
Her bûyerek riyek e bo gihiştina bi bûyereke din.”
Bûyer li pey hev diqewimin, rû tev li hev dibin, nav tev li hev dibin, rojava û rojhilat, dûrbûna wan xewneke, nêzîkbûna wan du xewn in… paradoksên ku di dawî de û bi hev re tevneke hevdûgirtî pêk tînin, û gotina yekalîker ji devê Saqî Gulçînê tê der…

 

FERHAD PÎRBAL

 

Di sala 1961an de li Hewlêrê ji dayik bû. Di sala 1979an de, yekemîn berhema wî ya belavkirî çîrokek bû, bi piştgiriya M. Zamdar di kovara Rojî Kurdistan de (Bexda) hat weşandin. Di sala 1984an de, yekemîn kitêba wî bi navê şanoya Malava ey welatê min li çapxaneya şehîd Îbrahîm ‘Ezo ji aliyê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê li çiyê hat çapkirin. Di 1984an de, ji Iraqê koç kir û li Îranê bû penaber. Piştî wê bi salekê ber bi Polonya û Almanyayê û pişt re jî li Denmark mafê penaberiya siyasî wergirt. Di 1987an de li zanîngeha Sorbonne dest bi xwendinê kir. Di 1994an de vegeriya Kurdistanê.

 

  Kitêbên Ferhad Pîrbal yên çapkirî:

 

  -Malava ey welatê min, şano, 1984

  - Sibeha te bi xêr ey xerîbî, şano, 1988

  - Exile, helbest, weşana Enstîtûya kurdî ya Parîsê, 1992

  - Rojnamevaniya kurdî bi zimanê fransî, sentera Birayetî, Hewlêr, 1998

  - Çavkaniyên kurdnasiyê, dezgeha Gelawêj, Silêmanî, 1998

  - Zêrê di nav ziblê de, lêkolîn û têkstên wergerandî yên kurdolojiyê, dezgeha Serdem, Silêmanî,

    1999

  -Încîl (Mizgînî) di dîroka edebiyata kurdî de, Dihok, 1999

  - Spiyên di nav reş de, şîir, dezgeha Wêran, Hewlêr, 1999

  - Mele Mehmûdê Bayezîdî, dezgeha Aras, Hewlêr, 2000

  - Petatxwer, çîrok, Hewlêr, 2000 (Kurmanciya wê: Çolistan, Avesta, Stembol, 2001)

  - Efser Tehsîn û tiştine din jî, kurteroman, dezgeha Gelawêj, Silêmanî, 2001

  -Cewayez (çîrok û berhmên hevbeş bi helbestvanên Hewlêrê re), dezgeha Aras, Hewlêr, 2001

  - Ebdilrehîm Rehmiyê Hekarî, lêkolîneke wêjeyî, dezgeha Spîrêz, Dihok, 2002

  - Santiago de Kompostêlla, roman, dezgeha Aras, Hewlêr, 2002

  - Mêrekî kumreş î paltoreş î pêlavşîn, roman, dezgeha Aras, Hewlêr, 2003

  - Zarokbaz, roman, belavkirina Mala Şerefxanê Bedlîsî, Hewlêr, 2003

  - Heşîşkêş, şano, belavkirina wezareta rewşenbîrî, Hewlêr, 2003

  - Reîsê Remezanan, çîrok, dezgeha Hana, Hewlêr,  2006

  - Ji kurê min Rodan re, şîir, çapxaneya Pak, Hewlêr, 2006

  - Pênc kitêb û nîv, şîir, dezgeha Rojhilat, Silêmanî, 2006

- Hîkayetên bavê min, roman, çapxaneya Şivan û dezgeha Bedirxan, Silêmanî-Hewlêr, 2007

 

Hôtel Europe
Ferhad Pîrbal

Ji soranî bo kurmancî: Besam Mistefa
Roman
ISBN: 978-605-5585-92-1
13x19.5, 200 rûpel

www.avestakitap.com

https://www.facebook.com/wesanenavesta