Share |

Ha ji xwe hebin, lê wê Sûrî xira bibe!... Zinar Mistefa

 

Ev gotinên ha, min ji bavê xwe "Mistefa Mihemed –Raşad Zaza-" bihîstibûn.

Rojekê ji rojan, di bi hara sala 1974an de, ez û bavê xwe li mala me li Xanaserê rûniştî bûn. Ji nişkave, wî got: "kurê min, Ha ji xwe hebin, lê wê Sûrî xirabibe!"

Min ji rehmetiyê bavê xwe re got: çima wê xira bibe yabo? Wê xweşbibe, û kehrebeyê were, û xwendevanên çêbibin, û ..,û..).

Babo dîse got: na kurê min na, wê xira bibe! Û berdewam kir û got ka ti çîroka min bibhîze:

Ez di sala 1931î de binxet bûme Sûriyê. Wê çaxê, ez ji ber hikûmetaTirkiyê firar bûm. Sêheyvan,ez li Endîwerê li cem kurxalê xwe yê Dr.Nafiz mam, lê sebra min nehat û min dîse da rê û ez vegrame welatê we.

Du salan, ez li wan çiyayên "Çungûşê" firar mam, lê ji ber cendermiyan debara nebû û ez mecbûr bûm kucareke dîtir di sala 1933 an de vegerme Sûriyê.

Babo got: kurê min, guh bide ezê çi ji te re bibêjim:

Li berçavên min, Sûrî di sala 1935an de, ji sala 1933an nexweştir bû. Û kurê min, salên çilan ji salên sihan nexweştir bûn. Û salên pênciyan ji salên çilan nexweştir bûn. Û piştî ku rêjîma "Be'is" di sala 1963an de hate desthilatedem hêjî ne xweştir bû. Û ev zilamê, ez zilamê ha "Hafiz Esed" hat;rewş yek car nexweş bû. Vêce kurê min, weke min gotî te: " Ha ji xwe hebin, lê wê Sûrî xira bibe!".

Bi van gotinên xwe, bavê min şîret û qewîtiyên xwe dikirin û dilê wî li ser nifşên werin bû. Li vir,bavê min:- Xwediyê ezmûneke dûv-dirêje. Ew dîtina xwe ser paşerojê dibêje.

Di salên sihan de, rewş li berçavên wî destpê dike nexweş dibe. Û weke ku em pê dizanin, hingê dagirkerên Firansawiyan me 'mûr û eskerên Sûrî didanîn.

Wê îdarê û wan eskeran li Cizîrê te'darî li Kurdan dikirin û di encame de,yew serbestî û azadiya kuberê di destên Kurdan de bû, hino hino ji destên wan diçû.

Di salên çilan de:- hikûmeta erebî Sûrî ku di bin mandata Firansawiya nava dibû, bêhtir hêza xwe distand û zortir dibû.Hamberî wê yekê, kurd li herêmên xwe qelstir dibûn.

Di salên pênciyan de:-ku rêjîmên eskerî dîktatûrî Sûrî hikim dikirin, rewşa siyasî di welêt de yek car kambax bûbû. Bavê min,  di dema yekîtiya Sûrî û Misrêde, salên (1958-1961) weke hîzbikî komûnîst du caran hatibû girtin.

Piştre, di sala 1963an de, rêjîma "Be'is" digihe desthilatê. Li gorî dîtina bavê min, rewş bi giştiber bi xirabûnê ve çû. Li vir, ez diprsim: Gelo ma rêjîm ji ya "Be'is" qirêjtir, hovtir û nijad-perestirhebûn û hene li cihane?

Lê li berçavên bavê min, xeter mestirbû gava dîktatûrê zorbe "Hafiz Esed" rêjîma hikim li Sûriyê kire bin destên xwe de.

Belê, dîtina bavê min yaberî (38) salan Serpa şeroja Sûriyê rast derket.Vaye em li berçavên xwe dibînin, çawa ev welat wêran dibe.

  derket. min ya berî (38) salan ser paşeroja Sûriyê rast derket. bin destên xwe de.

hene li cihane?ambax bûbû.dan de bû hin