Share |

Hawara Efrînê…Ezîz Xemcivîn

Êdî Hêsir ji Baroveya Efrînê re dibêjin:
Hey Hawarrrrrrrrrr
Mirin li Kolanên Dil Sîwanên xwe vedigire..
Ne Xwedayekî bawerpê,
ne Asmanekî parêzvan û ne Erdeke aram..
Li Dayikekê guhdarî dikim,
li ber Çavên min Şîrmijê xwe bi Axê dilorîne..

Efrîn e, 
Evînê Efrîn e..
Te duhî Helbesta xwe li ser Bejna wê rêsand..
Te pê re Giriyê xwe li ser Rûpelê Dîrokê weşand..
Te Dar bi Dar 
Simbola Evîna Welatê me li ser nexişand..

Hawar e Yarê hawar e..
Ajel û Firindeyên me jî dikin hawar e..
Kulîlkên bi Destên te hatine çandin,
Bazinên li dora Bajêr vebestine hawarê dikin..
Gundên talanbûyî qîrînê dikin..
Adareke xwînî, 
Pencên xwe di Canê Yarê de daçikandiye..

Min hizira Çiyayên te dikir,
di Kêlîka mestbûna Milên te de bibin Palgehên hêrsê..
Li ber Bayê bêsoz birawestin..
Kaniyên vîna te
tihniya Gotinên min bêtir av didin..

De rabe Gulşînokê..
Hevirmêşê hezkirina xwe li ser Zeytûnên stembar raxîne..
Yara ko ji Gezo Helbestên xwe dihûne..
Efrînê bi baweriya xwe binixumîne..
Şev e, 
Befir dixwaze Şermezariya bêsinciyan 
û
Rûyê Şevreşkan spî bike..
Ma tu nizanî êdî me bawerî bi pirinsîpan nîn e..
Me bawerî bi devbixwînan nîn e..

Destê xwe bavêje Landika Xwedayan
bibêje Kûsîno, 
Gur Ketine Kozê, 
Çarika tariyê ji ser Rûyê xwe rakin..
Xewna we xêr be..

Efrînê Dêra Evînê..
Burca Adarê bi Hestiyên me ava dibe..
Adar ji kuştina me têr nabe..
Careka din neçe ber Pencereya Derewên Ol û oldaran..
Li me temaşe dikin, 
bi xwîna me (ji evî Xwedayî pê ve tu Xwedayên din nîn in) dinivîsînin..
Li evê malwêraniyê 
Nizanim ew Xweda kî ye?

Efrînê!
Dayê, 
Çiya nema aram e..
Gulşeng asteng kirine..
Birîn ji Birînê vekirine..
Ken ji Nasnameya me (çekirine) avêtine..

Efrînê bi te re Ristikên Nêrgiran bi dar ve dikim..
Buhar ne ew qasî bêhiş e..
Çivîkên xwe berbiba bike..

Warê me xemgîn nebe..
Tu ji bo me Bawerî û Perestgeh î, 
Tu dê her wisa Evîndara me bimînî.

 

16.03.2018