Share |

Helbestvan Azer Şiwêş (Helbest li ba min razeke ku ew raz bi dawî nabe)

Azer Osê şiwêş Helbestvan û rojnemavenakî Kurde, li rojavayê Kurdistanê, gundê Xirbe Xedîr yê girêdayî bajarê Amûdê di Payîza sala 1964’an de çavên xwe li jiyanê vekirye, dibistana seretayî li gund a Amadeyî li bajarê Amûdê qedandiye û li Zanîngeha Helebê beşê Endezyariyê di sala 1988’an qedandiye.

Azer di nava malbateke naskirî û welatparêz de ku di tevgera rizgariya netewî kurdî de gelek xizmet û canfidayî kirye mezin dibe û hestê helbest nivîsê li ser niştiman û eşq û evînê, piştî salên 1990’î di bin bendora xweza û helbestên kilasîk de dest pê dike û helbestên tijî eşq û hezkirin dinvîsîne, û di nava sê berheman diweşîne, di gel helbestnivîsînê karê rojnamegerî jî dike û pêwendiyên wî yên bi rojnamevanên Ereb li Beyrûtê pêş diketin û di kovar û rojnameyan de gotar û nivîs belav kirine, niha li welatê Elmanya dijî, me derfet dît ku em çend pirsan jê biprsin bi helkefta derketina berhema wî ya nû (Dela can) wî jî bi spasî bersiv da.

  -We helbest nivîsîn kengî û çawa destpêkir?

-      Min ji zaroktiya xwe de, ji mûzîk û stranan hez dikir, min li gund gelekî ji suriştê hez dikir. Min ji demsalên salê, ji baran û tavên nîsanê hez dikir. Min ji çûkan, ji hêlînên wan jî hez dikir. Di dibistanên Navîn û Seretayî de min ji helbestên Erebî yên Klasîk hez dikir, gelek ji wan min ezber dikirin û digotin.

Lê ji bo nivîsa helbesta kurdî, di serî de, ji ber ku min ji zimanê frensî hez dikir, gelek bandora zimanê frensî û wêjeya frensî li ser min hebû. Min ji ber hezkirina ji zimanê frensî xwe fêrî nivîsîna bi zimanê dayikê yê kurmancî kir.

Li bajarê Amûdê, bandora helbestvan Beşîr Melle li min bû. Wekî din Bandora herî mezin a Melayê Cizîrî bû.

  -(Delal can) berhema we ya nû ye, hinekî ji mere behsa wê bike ji kerema xwe re?

-      Berhema min a nû bi navê ‘Delal Can’ li weşanxana Belkî li Amedê di van rojan de derket, Di Jiyanê de pir kes hene dilê min nêzî dilê wan e, bê deng in, lê di beden û çavên wan de her tiştên xweş û bedew diyar dibin, ez bi bayê wan delalan re difirim, pinpinîkên eşqa min xwe li arê çavên wan digrin û di berqefên sîngên wan de hêlînên xewnên min dihûnin, di Welatê me Kurdistan de, delalên me pir in, evîndarên me gekek in, dilsoz û xewnparêzên me mîna çiyayên Qendîl û Cûdî bilind in min ew delal di pirtûka xwe ‘Delal can’ de destnîşan kirin.

 

  - Çend berhem hene, û naveroka wan helbestan li ser çiye?

-Ta niha sê Pirtûkên min yên Helbestê hatine çapkirine, Pirtûka yekemîn bi navê ‘Demsala Dil’ li Libnan/Beyrûtê li Çapxaneya ‘Amerda’ derket. Ya duyemîn bi navê ‘Bêyî te’ li Helebê derket, ya sêyemîn jî li weşanxaneya Belkî bi navê ‘Delal can’ hat çapkirin û niha her kes dikare bixwîne.

Naveroka helbestên min, li ser eşq, hezkirin, mirov û bedewbûna mirovane, raza çavên mirovan ku ti kes nikare ji bilî helbestvanên rastteqîn  bixwîne.

Her wiha hin helbestên min li ser şehîd û qehremaniya lehengên Kurdistanê ne.

Helbest li cem min razeke ku ew raz bi dawî nabe, ango zehmete bê vekirin, helbest giyan û heyvanê wêjeyê ye, helbest bayekî nerm û xewneke xweş e.

 -Tu rewşa helbest û helabestvanên Kurd çawa dibînî?

Li gorî min û bi qasî ku min helbestên helbestvanên kurd xwendine, ez rewşa helbesta kurdî baş dibînim.

Helbesta kurdî di rewşa heyî de, gelekî bi xeml û xêz e, bi bejn û bal e, lê da ku xwendevan helbestên xweş bixwînin, divê ku helbestvan aşiq be.

Helbestvanê ku tenûra eşqê di dilê wî de nedadayî be, wê helbesta wî seqet û bê giyan be, helbestvan divê xemxurê derd û kulên mirovan be.

Helbestvan divê hestên wî zora mejiyê wî bibe, divê ber bi dojeha evîna ve biçe û helbestvan divê bi arê eşqê were şewitandin.

  -Li gora te rewşenbîr ji bilî nivîsînê çi kare pêşkeşî civaka xwe bike?

Rewşenbîr neynika civaka xwe ne, rewşenbîr dil û mejiyê gelê xwe ne, rewşenbîr mûm, çira û hêviya gelê xwe ne, rewşenbîr dikarin gelek karan bikin, ku rewşenbîr bi erkên xwe yên dîrokî rabin tariya heyî dikarin ronak bikin û civakên xwe jî ber bi asoyên vekirî ve bibin.

 -Li kêleka helbest nivîsînê tu rojnamevaniyê jî dike, di wî warê de tu karê behsa ezmûna xwe bike?

-Erê min di Kovara Rojda de ya ku bi zimanê kurmancî dihat weşandin li rojava kar kir, Min çend Salan li Libnan Beyrûtê di Kovara ‘Sorgul’ de kar kir, her wiha ez wekî Nûçegihanê telîvizyona Kurdî Rojtv bûm, min li Libnanê gelek Reportaj bi Siyasetmedarên Lubnanî re çêkirin.

Bandora Libnan, Xwezaya wê gelekî li ser min çêbû, Libnan  ya ku ne Xweşikbûna wê bi dawî dibû, ne jî min dikarî dawî li hezkirina wê bînim, Libnan hemû asoyên min ên girtî vekirin, ta niha eşq û hezkirina wê di dilê min de heye û jê derneketiye.

 -Peyva we ya dawî ku hûn bixwazin bighînin xwendevanan?

Ez dikarim bibêjim jiyan di hemû kêlîkên xwe, bi xweşî û nexweşiya xwe xweş e, em mêvanê vê jiyanê ne, kes ji me nizane wê di kîjan kêliyê de çavên xwe li jiyanê bigire û xatirê dawî jê bixwaze, di jiyanê cihê her kesî heye, di jiyanê de mirov gerek mîna xwe bijî, jiyan raz e û gerek mirov gav bi gav wê razê veke, mirov jî divê bi bayê vê jiyanê re bimeşe û spas ji we re.

Diyarname-Hevpeyvîn: Hozan Emîn