Share |

Helbestvan Rênas Jiyan bi xwînerên xwe re hat cem hev

Helbestvan Rênas Jiyan
Helbestvan Rênas Jiyan

 

 

Helbestvan Rênas Jiyan di gotûbêja li ser pirtûka “Kevirên Anarşîst” bi xwînerên xwe re hat cem hev, helbest xwend û ji bo xwîneran pirtûkên xwe îmze kir.   

 

Wêjegeh Amed li baxçeyê xwe ji bo nivîskar-helbestvan Rênas Jiyan bernameyek gotûbêjê li dar xist. Di bernameyê de gelek nivîskar û xwîner amade bûn. Li ser pirtûka “Kevirên Anarşîst” a Jiyan gotûbêj hat kirin. Her wiha li ser edebiyat û helbestên kurdî jî sohbet hat kirin.

 

Moderatoriya gotûbêjê helbestvan Lal Laleş kir û li ser nivîskar û helbestvaniya Jiyan rawestiya û behsa naveroka pirtûka wî kir.

 

Ji me re rêyek û deriyên nû da peydakirin. Tenê ne bi nivîsandina xwe bi helwest û dîtin û baweriya xwe her daîm wek abîdeya zimanê me sekinî.

 

Pirtûk qala anarşîzmê dike. Pirtûk li ser hin pirtûkên din ava bûye. Paşiya hin pirtûkên din bû. Pirtûk heta dawiyê xwe li ser pirtûkên din ava dike.

 

PÊVEKA PIRTÛKÊN DIN E

 

Jiyan, diyar kir ku pirtûka wî ya dawî “Kevirên Anarşîst” pêveka pirtûkên din e û xwe ji pirtûkên din ava kiriye. Jiyan, anî ziman ku wî pirtûka xwe nû bi teknîkek nû nivîsandiye û bêtir xwe li ser ramanê ava kiriye. Jiyan da zanîn di pirtûkê de bûyerên rojane jî cih digire û gelek tiştên rojane ku gelê kurd diêşîne hatiye nivîsandin.

 

KURDÎ NIVÎSANDIN JI BO WÎ XWEREHETKIRIN E

 

Jiyan, destnîşan kir ku wî xwestiye ku karketerê civakê di romanê de hebin û yek ji karekterên folklkorîk ‘Qûrqûr Begê” jî bi kar aniye. Jiyan diyar kir ku wî xwestiye di romanê de xwîneran bi bişirîne yanî bikenîne.

 

Jiyan, anî ziman ku zimanê kurdî ji bo wî xwerehetkirin e û têgeha bîrê jî ji bo wî gelek grîng e û ew guh dide zimanê pirtûkên xwe. Jiyan da destnîşan kir ku di vê rewşa nebaş de mirov hevokek baş saz bike jî xatirê wî/wê nivîskarî heye.

 

QALA DIJMINATIYÊ DIKE

 

Jiyan, da zanîn ku wî di pirtûkê de cih daye rexneyan jî û wiha got: “Min xwest ez hinek rengek rexneyî bidim pirtûkê. Dema meriv vê pirtûkê dixwîne jixwe wê bibîne ku rexne li hin fikran dikim. Pirtûk di heman demê de zewaca kurdek ku bi tirkek Kemalîst re zewiciye jî dibîne. Ev roman hinek roman dijminatiyê jî. Qala dijmintiyê dike. Dijminatiya li hember kurdan.” 

 

‘DEWLET NE YA GEL E’

 

Jiyan, anî ziman ku wî di pirtûkê de qala dewletê jî dike û got: “Dewlet ne ya gel e, dewlet a dewlemendan e. Xirecira polîtk jî heye. Di heman demê de aliyek polîtîk a pirtûkê jî heye. Di nava kurdan de kesên dewletnas û kesên nedewletnas hene. Viya serê kurdan diêşîne.”

 

Rênas Jiyan piştî axaftina xwe bersiva pirsên xwînerên xwe da û helbest xwendin.

 

Jiyan di dawiya bernameyê pirtûkên xwe ji bo xwîneran îmze kir.

 

 

Mezopotamya ajans _ Amed