Share |

HESTÊN MEHKÛM... XIZAN ŞÎLAN

 

 

 

xeyalên min yên kavilbûyî

di hinavên xwe de

birîna hestên mehkûm

dihewîne

di rojiya mirina zîndanan de

bedenê xwe dixwim

temenê xwe vedixwim

û bêdengiya çarenûsa xwe

dadiqurtînim

bi êş û jana laşên dihelin

çûkên berbangê

lal dibin

stêrkên asîmanan

xwîn vedirişin

bax û bostanan

reşgirêdan

çiya û daristanan

dengvedan

mêş û mozan

porê serê xwe rûçikandin

kulîlkên zozanan

ji hebûna xwe

şerm kirin

çem û kanî

di hêrsa coşa xwe de

xeniqîn

awaza stranên kezebşewat

hatin birîn

ez ê

ji kevirên zarokên kolanan

dîwarê serhildana Egîd û mêrxasan

ava bikim

di nalîn û lorînên dayikan de

rîsê teşiya sebirê

birêsim

li hovitiya wijdanên bê dilovan

laneta serdeman

bibarînim

rûpelên çaxagenî

ji toza şerê qirêj

biweşînim

ji cîhana virek û derewîn re

lome

gazinc

û nifiran bikim

gemara rûyê zaliman

bi parzûna dilê xeşîm

bipalînim

li ber bayê çerxa feleka xayîn

destana mezlûman

binivisînim

bi neynokên giyanê îsyankar

zencîra bindestiyê

biqetînim

li ser qefesa welatê rojê

konê serkeftinê

vegirim

bafiroka aştiyê

bifirînim

ala serfîraziyê

li babikim

azadiyê

di henasa xwe de

biparêzim

û li meydanên dilê Amedê

bi tilîliyan govenda şadiyê

bigerînim

 

Xizan Şîlan

            2012-11-11

            Stockholm