Share |

Hozan Canê: Divê Berpirsên Kurdan Rê li Ber Hunerê Vekin

Hozan Canê
Hozan Canê

Hozan Canê di nava jîyaneke trajedîk çavê xwe vekir û mezin bû, lê bala xwe da hunerê û bi wê navdar bû.

Hozan Canê li herêma Karayazi ya bi ser Erzeromê ve ji dayik bû. Piştî jîyaneke zor di civaka malbata xwe de, wê berê xwe da bajarê Edenê û dû re çû Stenbolê.

Li wî bajarî est bi perwedeya muzîkê kir û li ber destê mamostayê muzîkê yê navdar Araf Sag (ASM) û herwiha jî li ber destê hunermend Şîyar Farqînî û Kazim Bora şêweya stranbêjî fêr bû.

 Ez li ber dengê dengbêjên Radyoya Yerevanê mezin bûm û Eyşê Şan, wekû jineke dengbêj bandoreke mezin li min kir."

Ew di sala 1991ê de ji alîyê hêzên ewlekarî yên Tirk ve bi tawana çalakîyên wê yên Kurdî li Wanê hate girtin. Berî ku ji Tirkîyê derkeve, jiyana wê sê caran ji aliyê kesên nediyar ve ketibû ber gefa kuştinê.

Hozan Canê niha li Almanya dijî û li wir berhemên xwe belav dike.

Di dema dawî de Hozan Canê fîlmekî li ser Şengal û Kobanê çêkir û di 2016'an de, bi fîlmê xwe beşdarî Festîvala Cannes ya navdar bû.

Albûmên Hozan Canê:

Rê Waye, lê lê lê Dayê, Ataman Music

Hozanê Kurdî

Eşqa Welat, Kom Muzîk, Germany, 2000.

Wezîrê Min, D&D Sound Production GbR.

Dîlana Dila, Mîr Muzîk, 2005.

Vegere, Kom Muzîk and Play Sound, France, 2006.

 Luqman Ehmed-dengeamerika