Share |

HRRK’ê konferansa xwe çêkir û rêveberiyek nû saz kir

Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) Şaxa Ewropayê 2’yemîn Konferansa xwe li dar xist û rêveberiyeke nû hilbijart. Konferans roja 1’ê mehê saet di navbeda 12.00-17.30 de li bjarê Wardenburga Almanyayê li dar ket.

 

Konferans bi sazkirina dîwanê û rêzgirtinê dest pê kir. Ji bo dîwanê Helîm Yûsiv, Reşîd Hisso û Husên Omer hatin hilbijartin û wan konferans bi rê ve bir. Di konfrensê de li ser xebatên hevgirtinê, rewşa dawî axaftin hatin kirin û di dawiyê de hilbijartin çêbû.

 

Di axaftinan de hat xwestin ku HRRK bi awayekî berfirehî li ser karê rewşenbîrî bisekine ku di nav kurdan de di riya têkiliya di navbera navenda hundir welêt û şaxê li derveyî welêt re bibe sîwaneyeke yekgirtî ji bo hemû rewşenbîrên kurd li derbideriyê û li hundir welêt. Her wiha hat xwestin ku bi xebatan bi awayekî ku nasnameya rewşenbîrî ya kurdî bê çesipandin û xurtkirin, her wisa tevger bibe nasnameyeke hevbeş bêyî ku nasnameya siyasî, îdeolojî û ramanî ya endaman di riya hevkarî û hevgirtina wan de bibin asteng. Endamên hevgirtinê di axaftinên xwe de girîngiyeke mezin dan xwendin û nivîsandina bi zimanê dayikê û xwestin ev yek bê xurtkirin.

Her wisa bi berfirehî behsa derfetên aborî yên bi sînor û çawatiya rakirina astengiyên di vî warî de derdikevin, hate kirin. Endaman di axaftinan de ji bo dema nû pêşniyarên xwe jî kirin.

 

Di encamê de hilbijartin çêbû û Husên Omer, Nesrîn Ahmo, Cano Şakir, Zerdeştê Kal, Reşîd Hisso, Helîm Yûsiv û Ednan Şêxê ji bo Rêveberiya HRRK’ya Şaxa Ewropa hatin hilbijartin. Ji nav van Husên Omer ji bo Serokatiya HRRK’ya Ewropayê, Nesrîn Ahmo û Cano Şakir jî ji bo cîgirî hatin hilbijartin.

 

Diyarname

 

 

ENCAMNAMEYA DUYEMÎN KONFERANSA HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ HRRK – ŞAXÊ EWRUPAYÊ

Li bajarê Wardenburg ê Elmanyayê, di 01.09.2018 de, di bin sernavê "Em hemû efrînî ne" de, hejmarek ji kedkarên çanda kurdî ku li welatên Ewrupayê dijîn, di çarçoveya duyemîn konferansa rewşenbîrên rojavayê Kurdistanê HRRK de, li hev civiyan.

Wekî tê zanîn ev civîn wekî duyemîn konferansa asayî ji encamên kongireya pêncan ya HRRK bû, ku li ser axa welat li bajarê Qamişlo di 23.12.2016 de, lidarketibû.

Konferansê bi kêliyeke bêdengî ya ji bo giyanên şehîdan destpêkir. Piştî wê mêvanên beşdar, dezgeh û kesayetên amade bi axavtinên xwe yên nirxdar yên li ser rewşa kurd û kurdistanê ya siyasî, çandî û civakî civîn xemilandin.

Konferansê bi danûstendina li ser rojevê destpêkir û bi axavtin û danûstendinên li ser rewşa rêxistinî ya şaxê Ewrupayê berdewam kir. Pê re jî danûstendinên li ser mijarên girêdayî karê di warê çandê de hatin holê, ku yekser têkiliya wan bi aliyê aborî re heye.

Wisa jî behsa çawatiya pêşdebirin û berfirehkirina karê rewşenbîrî yê di nav kurdan de bû, da ku ev hevgirtin di riya têkiliya di navbera navenda hundir welêt û şaxê li derveyî welêt re bibe sîwaneyeke yekgirtî ji bo hemû rewşenbîrên kurd li derbideriyê û li hundir welêt. Bi awayekî ku nasnameya rewşenbîrî ya kurdî bê çesipandin û xurtkirin, herwisa bibe nasnameyeke hevbeş bêyî ku nasnameya siyasî, îdolojî û ramanî ya endaman di riya hevkarî û hevgirtina wan de bibin asteng. Ji ber vê giringiyeke mezin bo xwendin û nivîsandina bi zimanê dayikê hate dayîn.

Herwisa bi berfirehî behsa derfetên aborî yên bi sînor û çawatiya rakirina astengiyên di vî warî de derdikevin, hate kirin.

Ji hêla din ve rêbaza hundirîn hate gotûbêjkirin û pêşniyarên endamên konferansê yên ji bo kongireya giştî ya HRRK ku wê li hundirê welêt çêbibe hatin pêşkêşkirin.

Di dawiya konferansê de komîteya birêveber ku ji van heft endaman pêk tê hat hilbijartin: ” Husên Omer– Nesrîn Ahmo - Cano şakir- Zeredeştê Kal – Reşîd Hisso – Helîm Yûsiv – Ednan şêxê”. Ji nav komîtê Husên Omer wekî serokê şaxê Ewrupayê yê HRRK û Nesrîn Ahmo û Cano şakir wekî cîgirên serok hatin hilbijartin.

Hêjayî gotinê ye ku endama komîtê Nesrîn Ahmo ji ber hin sedeman neçar mabû ku konferansê amade nebe. Ji ber vê yekê roja dina piştî civînê endametiya wê ya di komîtê de hate cihbicihkirin.

Herweha wê komîte di yekemîn civîna xwe ya asayî de komîteyên ragihandinê, aboriyê, rêxistiniyê û ya çalakiyan bide destnîşankirin.

Komîta birêveber ya Hevgirtina rewşenbîrên rojavayê Kurdistanê – şaxê Ewrupayê

Wardenburg – 02.09.2018