Share |

Hunermendê binavûdeng Elî Tico koça dawî kir

Hunermendê binavûdeng Elî Tico

 

Hat belavkirin ku hunermendê Kurd ê binavûdeng Mihemed Elî Tico duhî çûye ser dilovaniya xwe.

Malpera Tirejafrin.com nûçeyek belav kir têde hatiye, “Duhî 2012/2/16 li Efrînê hunermendê mezin Mihemed Elî Tico ku jiya wî ji 82 salan zêdetir bibû li mala xwe bi sedema nexweşiyeke dil wefat kiriye”.

Mihemed Elî Tico di sala 1930 de li gundê Hesen Dêra yê Efrînê ji dayîk bûye, ji zaroktiya xwe de stran digotin, mijarên stranên wî li ser evîn, siruşt, xweşikiya xwezaya Efrînê, folklor, kultûr û dap û nerît, mêrxas û navdarên wê herêmê û evîna welat û neteweyî bûn.

Stranên wî yên giring li cem wî ev in: Lo Dilo, Şêx Se’id, Leyla Qasim, Meryemê, Yara Milêse, Siyad Ehmed (Siyamend), Êmo, Sewdaliyê, Saliho, Hesen Pismam, Xarzê Mihemed, Delal…

Navhatî ji bilî Kurdî bi zimanê Tirkî û Erebî jî dizanî.