Share |

Hunermendê kurd Selah Ammo beşdarî şahiya Roja Muzîkê a Cîhanê dibe.

 

Hunermendê kurd ê ji rojavayê Kurdistanê Selah Ammo di çarçoveya çalakiyên Roja Muzîka Cîhanê dê li paytexta  Awusturyayê li Viyanayê konserekê bide. Li Awusturyayê her sal di 13’ê kanûnê de şahiya Roja Muzîka Cîhanê li dar dixe û xelatan li başdaran belav dike.

Îsal hunermendê kurd ê ji rojavayê Kurdistanê Selah Ammo û hevalê wî yê awusturyayî Peter Gabîs jî dê beşdarî vê çalakiyê bibin. Ammo der barê tevlibûna xwe ya vê çalakiyê anî ziman ku ev yek derfeteke baş e ku ew muzîka xwe ango muzîka kurdî pêşkêşî gel û civakên biyanî jî bikin.”

Ammo anî ziman ku hunermedên kurd berpirsyarê danasî- na muzîk û hunera kurdî ne û wiha axivî: “ Çand û huner mîna du beşên girîng in di têkilî û pênasîna mirovaniyê de ne, her ew dikarin bibin nasnameya gelê kurd a ku bi salan hatiye çewsandin û nasnameya wî nehatiye diyarkirin ji cîhanê re, lewre divê hunermendên kurd di nav çalakî û mîhrîcanên navneteweyî bi rola xwe rabin heta ku vî tiştî zelal bikin.”

 

Azadiya welat