Share |

Hunermendê mezin ê Kurd Ebas Kemendî koça dawî kir

Roja pêncşeme 22/5/2014`an danê sibehê hunermendê mezin ê Kurd Ebasî Kemendî li bajarê Sine di temena 62 salî de bi nexweşî koça dawî kir.

Kemendî di zarokatiya xwe de bi wêjeya kurdî ve mijûl bû, di temenê 16 salî de jî dest bi nivîsîna helbest û çîrok û di ware hunerî û stranbêjiyê de jî yek ji hunermenden serkeftî di strana kurdî de tê hejmartinê.

Ebas Kemendî di sala 1952`an de li bajarê Sine ji dayîk bûye, xwediyê çar roman û 30 senaryoyên filmên dirêj û kin û 60 stran e, nêzîkî 35 sal di radyoya dengê bajarê Sinê de kar kiriye.

Her wiha kemendî xwediyê bawernameya diplomê ye û bavê sê keç û kurekî bûye.

PUKmedia