Share |

Hunermendê naskirî ê rojavayê Kurdistanê Selah Resûl koça dawî kir

Hunermend Selah Resûl
Hunermend Selah Resûl

 

Hunermendê Kurd Selah Resûl roja 27-10-2021an, li nexweşxaneyeke bajarê Essen a Almanyayê, di temenê 69 saliyê de koça dawiyê kir.

Selah Resûl yek ji hunermendên navdar ên Rojavayê Kurdistanê ye û ji salên heftêyî yên sedsala borî ve dest bi karê hunerê kiribû û wek hunermendê şahiyan yê herî navdar dihat hejmartin.

Hunermend Selah Resûl sala 1952an li Qamişlo ji dayik bûbû û ji salên 1990  li Almanyayê bi cîh bûbû.

Hunermend Selah Resûl folklor û hunera kurdî, bi gelek stran û awazên xwe dewlemend kir û nêzîkî 45 kasetan weşandibû.