Share |

Hunermendê navdar ê Kurd Hozan Dilgeş koça dawî kir

Hunermendê navdar ê Kurd Hozan Dilgeş
Hunermendê navdar ê Kurd Hozan Dilgeş

Hunermendê navdar ê Kurd Hozan Dilgeş di temenê 65 salî de û ji ber nexweşiyê koça dawî kir.

Hozan Dilgeş ku ev demek bû nexweşiya şekir girtibû û ji ber nexweşiyê her du lingên wî di ser çokê re hatibûn jêkirin, duh li Almanyayê koça xwe ya dawî kir.

Hozan Dilgeş hunermendekî naskirî bû û bi stranên xwe yên şoreşgerî xizmeta gel û welatê xwe kir û gelekî dihat hezkirin.

Hozan Dilgeş ji salên 1970an ve wek pênaber li Almanya dijiya.

Hozan Dilgeş di sala 1952 de ji malbateke Êzîdî li gundê Fisqînê yê navçeya Nisêbînê ji dayik bûye.

Dilgeş di sala 1975an de bi awayekî profesyonelî dest bi xebata muzîkê dike û di sala 1978an de yekem albuma xwe ya bi navê “Ma qey bindestî para me ye” derdixe. Dilgeş di 15ê Kanûna 1979an de ji welêt derdikeve û diçe Almanyayê. Dilgeş 8 album derxistine. Muxtaro, Biçûkê Canê, Li Mêrdînê Li Bagokê navdartirîn stranên wî bûn. Herwiha piraniya stranên wî şoreşgerî û neteweyî bûn.

K24