Share |

Hunermend Beytocan koça dawî kir

Hunermend Beytocan
Hunermend Beytocan

Hunermed Beytocan li Siwêdê li êvara roja Duşembê 11-9-2023, di 68 saliya xwe de koça dawî kir. Beytocan li Swêdê dijiya û ev demeke bi nexweşiya penceşêrê bû.

 

Beytocan beriya demekê emeliyateke giran derbas kir, beşeke ji çena wî hate jêkirin û parçeyek ji lingê wî lê hatibû bicihkirin. Lewma jî bi zehmetî diaxivî.

 

Di jiyana xwe ya hunermendiyê de 4 albûm weşand. Albûma wî ya "Bîst û Yekê Adarê" li Tirkiyeyê hate qedexekirin.

 

Di 12ê Îlonê de hate girtin

Hunermed Beytocan sala 1955an li navçeya Farqînê ya Amedê ji dayik bû. Di dema darbeya leşkerî ya faşîst a 12ê Îlonê de hate girtin û 15 salan cezayê girtîgehê lê hate birîn. 6 sal û nîvan li girtîgehê hate girtin û sala 1987an hate berdan.

Beytocan sala 1990'î kaseta xwe ya destpêkê ya muzîkê derxist, piştî salekê jî di sala 1991'ê de neçar ma koçî Swêdê bike.

Hunermend Beytocan, piştî 23 salan, di Gulana 2014an de vegeriyabû Amedê.

"Bîst û Yekê Adarê", “Axîna te Nalîna min”, “Te nadin min”  û “Etûna Dilê Min” navên albûmên wî bûn.

 

bianet(FD)