Share |

Hunermend Beytocan Piştî 23 Salan Vegeriya Amed ê

Hunermend Beytocan

Hunermendê Kurd Beytocan, piştî 23 salên koçberîya Ewropayê roja Çarşemê vegerîya welat ku ji Stenbolê derbasî Amedê dibe.

 Beytocan, bi stranên xwe yên navûdengî li nav Kurdan tê naskirin ku stranên wî ji aliyê gelek stranbêjan ve hatine strandin ku yek ji wan hunermendan jî Îbrahîm Tatlises e.

 Ew ji sala 1991’ê ve li bajarê Stokholm yê Swêd dimîne ku ji neçarî koçberî Ewropayê bûye. Beytocan, li Stenbolê ji aliyê hevalên xwe yên hunermend ve hate pêşwazî kirin ku wê ji wir jî derbasî Amedê û Farqînê bibe.

  Beytocan piştî hatina xwe ya Stenbolê hest û ramanên xwe yên li ser vegera welat bi Dengê Amerîka re parve kirin.

 "Jiber ku tovê min li welatê min hatiye avêtin ez vegeriyame ku xizmeta gelê xwe bikim."

 Wî heyecana xwe ya vegerê da rû û got, ‘Ezê herim Ameda ku bêyî wê jiyan nabe.’

 Beytocan, li ser stranbêjên ku bêyî destûrê stranên wî bikar anîne jî da zanîn, ‘Dilê min ji kesî nema ye û bi taybet jibo Îbrahîm Tatlises hêvîya başbûna tenduristiya wî dikim.’

 Beytocan, bi stranên xwe yên mîna; Diyarbekir Mala Min, Rinda Min, Agir Ketiye Dilê Min, Hawar Delal, Dinya Fanî û çend stranên xwe yên din li nav hezkarên muzîka Kurdî ji nêz ve tê nas kirin.

 

Salih Turan / VOA Kurdish