Share |

Hunermend Deştî Kelhûrî Albuma ‘Ez Kobanê me’ derdixe

Hunermend Deştî Kelhûrî ji bo dilsoziya ligel Kobanê albumek bi navê ‘Min Kobanê

im-Ez Kobanê me’ di demekî nêzîk de belav dike.

Albuma hunermend Deştî Kelhûrî 10 stranan digire nava xwe û di nava wan de stranên bi zaravayê soranî û kurmancî hene. Kelhûrî di albuma xwe

de stran û sirûdan li ser pêşmerge, karesata Şengalê û berxwedana Kobanê dibêje.

Kelhûrî der barê albuma xwe de ev agahdarî da: “Wekî helwestekî neteweyî û hevxemiya ji bo karesatên yek li pey yekê yên li ser Kurdistanê, min navê

albuma xwe kir ‘Ez Kobanê me.’ Ev album dê di demekî nêzîk de were belavkirin.”

Piştî berxwedana Kobanê û komkujiyên li dijî gelê kurd û bi taybet jî ya li dijî kurdên

êzidî, gelek hunermendan bi hunera xwe piştgiriya berxwedana Kobanê kirin û li

komkujiya Şengalê stran gotin.

 

 

SILÊMANÎ - ROJNEWS