Share |

Hunermend Ebdilsemed Oso jiyana xwe ji dest da

Endamê şaxê Saziya Çand û Hunerê ya bajarê Hesekê û Hunermend Ebdilsemed Oso

 Di encama teqîneke di nava dikanekê kasêtfiroş de, li taxa Til Hecer a Hesekê , Endamê Saziya Çand û Hunerê û hunermend Ebdilsemed Oso jiyana xwe jidest da.

Endamê şaxê Saziya Çand û Hunerê ya bajarê Hesekê û Hunermend Ebdilsemed Oso di dema teqîna ku îro li taxa Til Hecer a Hesekê di dikanekê de pêk hat di dikanê de bû û di encama teqînê de giran birîndar bibû. Oso ku bi birîndarî rakirin nexweşxaneyê tevlî hemû hewldanan jî jiyana xwe jidest da.

Ceaneyê Ebdilsemed Oso li  goristana Şehîd Dijwar spartin axê.