Share |

Hunermend Hesen Diraî çû ser dilovaniya xwe

Şêwekar Kurd Hesen Diraî ku yek ji wan kesên ji Şewata Sînemaya Amûdê filitî bû, çû ser dilovaniya xwe.

Hesen Diraî di sala 1948an de li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê hatiye dinê. Ew yek ji wan kesan bû ku di 13ê mijdara sala 1960yî de ji şewata Sînemaya Amûdê filitîbû.

Hesen Diraî derçûyê kolêja Hiqûqê ya zanîngeha Şamê bû û wek parêzer karê xwe dikir û di kêleka şêwekariyê de, li ser rewşa siyasî û karûbarên giştî de dinivîsand.

Pirtûkeke wî bi navê “Amûdê Dişewite” nivîsandiye û têde behsa zaroktiya xwe û karesata şewata Sînemaya Amûdê (sînemaya Şehrezad) dike ku li gor çavkaniyên ne fermî, di encama şewatê de 283 zarokên Kurd jiyana xwe ji dest dan.

Hesen Diraî beşa duyem a pirtûka xwe “Amûdê Dişewite” ku dîkomentarî bû, nivîsandibû, lê ew negiha biweşîne.

Cenazeyê Hesen Diraî îro li bajarê Amûdê hat veşartin.