Share |

Hunermend Selah Osê çû ser dilovaniya xwe

Cîgirê Hevserokatiya Yekîtiya Hunermendan a Herêma Cizîrê, Hunermend Salh Osê (63) roja pênşembê  7-6 di encama nexweşiyê de jiyana xwe ji dest da.

 

Hunermend Selah Osê di sala 1955'an de hate dunyê. Ji şêniyên gundê Til Şeîr a navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo ye. Di malbatek oldar û welatparêz de hate dinê.Jiyana xwe ji bo pêşxistina folklore û çanda kurdî da.

 

Hunermend Selah Osê di nava civakê de ku sembola parastina çandê dihate naskirin. Di dikana xwe ya firotina alavên muzîkê de ya bajarê Qamişlo  35 salan xebitî. Di hemû şahiyên Newozrê û şahiyên netewî de beşdar dibû.

 

Pir ji bajarê Qamişlo hez dikir.  Ji gotinên wî yên bi nav û deng di got ku ew masiye û bajarê Qamişlo ave ew tê de jiyan dike.

 

Wekî Cîgirê Hevserokê Yekîtiya Rewşenbîran hate hilbijartin. Bi nexweşiyek giran ket û li Başûrê Kurdistanê dihate dermankirin. Paşê vegeriya bajarê xwe Qamişlo.

 

 Tê payîn ku hunermend Selah li gundê xwe Til Şeîr a Tirbespiyê bi mersîmekê were definkirin.

 

 ANHA