Share |

Hunermend Zahid Birifkanî hat kuştin

Rêveberîya polîsên parêzgeha Duhokê dîyar kir ku îro hunermend Zahid Birîfkanî bikuştî hat dîtin û lêkolîn li ser sedemê kuştina wî berdewame.

Hêmin Silêman, berpirsê ragîhandina rêveberîya polîsên parêzgeha Duhokê bo War ragîhand: piştî îro polîsên rêveberîya wan hatîne agehdar kirin ku termek hatîye dîtin, yekser tîma polîsan çû cihê tawanê û piştî gihiştinê, aşkere bû ku cenazeyê li cihê bûyerê yê hunermendê mûzîkjen, Zahd Birîfkanî ye.

Hêmin Silêman herweha got; lêkolîna li ser keysa kuştina hunermendê mûzîkjen, Zahid Birîfkanî berdewame.

 

Waar –Duhok