Share |

Hunermenda Kurd Pervîn Çakar bi Operayê Derdikeve Pêş Guhdarên Xwe

Hunermenda Kurd Pervîn Çakar
Hunermenda Kurd Pervîn Çakar

 

 

 

Hunermenda Kurd ya Operayê Pervîn Çakar, kilam û stranên Kurdî yên ku êdî wek klasîk tên nas kirin, bi şêweya operayê pêşkêşî guhdarên Kurd û cihanê dike.

 

Albuma bi navê ‘’Bîhna di Nav Du Çeman de’’ di renge arşîva çanda kevnar ya bîra gelen Mezopotamya de ye.

 

Pervîn Çakar albuma xwe li Ada Muzikê tomar kiriye û hunermendê Ermenî Ertan Tekîn bi dûdûka xwe, yê Tirk Dengîn Ceyhan jî bi pîyanoya xwe dibin rengên albûma Pervîn Çakar.

 

Bîhna di Nav Du Çeman de, ji pênc kilaman pêk tê; digel zaravên Kurmancî û Zazakî û herwiha kilamên bi zimanê Ermenî, Asurî jî din av albuma Pervîn Çakar da hene.

 

‘’Heyran Jaro’’ kilama yekê ya albuma Bîhna di Nav Du Rûbaran da ye ku demek bere weke singel hatibû weşandin.

 

Kilama Heyran Jaro, heyranokek navdar ya gele Zaxo û Şirnexê ye û dengbêj Fadilê Cizîrî jî bi şêweya xwe gotiye.

 

  Dengê Amerika