Share |

Jîna xurbetê…. Demhat Dêrikî

Ne welat e

ne yar e

ne gul e

ne seyrane

rondik e

ew mirin e

xurbetê

ez kuştime.

pencere derî girtîne

nepirseke kesek nîne

balîf şil bûye ji hêsira

êşa xurbetê dijware.

eger mirim li dûriyê

canê min nehêlin virê

li ser kêlê min binivîsin

mixabina salên çûyê.

emir borî ne hevale

ne jîne hemî derewe

hestê xaka me dikuje

jînê li me zîndan dike.

lê lê rendê lê esmerê

dil dixwazê li te vegerê

rojên mayîn digel te bê

hêjaya bi salên xurbetê.

Ne welat e

ne yar e

ne gul e

ne seyrane

rondik e

ew mirin e

xurbetê

ez kuştime.

 

 

 

8.1.2016