Share |

Ji Şener Ozmen romanek nû: 'Xeyb'

 

Nivîskar û hunermend Şener Ozmen vê carê bi romana xwe ya nû li pêşberî xwendevanan e. Romana wî ya bi navê "Xeyb" ji Weşanên Lîsê derket.

Wisa dinivîse Şener Ozmen: “Ev qeraxa ku em raserî wê ne, li devereke welatê te yê azad e, ev der xût cinet e, qûm qûma welatê te ye, mirovên li qeraxê, giştik Kurd in, wekî ku ji te ve jî xuya ye, bêziman in, piştî ku zimanê wan ê dewlemend yekcaran ji holê rabû, ev qezîya reş bi serê wan de hat. Ji zû de ye ku bi saya serê qaqlîbazan pêwendîyê li gel hev datînin, loma bi kom û kulfet tên qeraxa vî şetî, ji kewa sibehê heta hingora êvarê li vir in, ev jî tişteke nû ye bo me Andromedayîyan...”

Di Xeybê de, Şener Ozmen bi hostatî xwendevanan dibe ber bi bîra wan a xwenereşkdîtî ve kaş û berkaş dike û derûna wan a binçalkirî radestî qelemşorîya xwe ya xwerûbiwêjî û xûtbehiştî dike.

Nivîskar bi şêweya bikar aniye kiriye xwe ji şêweyî heyî yên romanan derkeve derve û rêyek nû bide pêş.

- Xeyb / Şener Ozmen / Roman / 364 rûpel / Weşanên Lîs 2017 / Amed

 

Diyarname