Share |

Ji Aynûr Dogan albûma ’’Hevra’’

Piştî sê salan bêdengiya hunermenda deng xweş a Kurd, Aynûr Dogan albûmeke nû pêkşêşî hezkiriyên hunera Kurdî dike.

Aynûr Dogan ku bi berhemên xwe yên Keça Kurdan (2004), Nûpel (2005), Rewend (2010) karîbû di asta Kurdistan, Tirkiye û cîhanê de karî serkeftinên mezin bi dest bixe û bi gelek hunermendên navdar ên cîhanê re xebatên hevbeş bike, albûma xwe ya nû bi navê ’’Hevra’’ pêşkêşî hezkiriyên hunera Kurdî kir. 

Di albûma “Hevra” de hunermendên navdar Buika, Yasmin Levy û Mariza di warê prodeksyonê de û gîtarîst Javier Limón hevkariya Aynûr Dogan kirine.

Javier Limón yek ji hunemendên naskirî yên İspanya ye û bi beşdariya di albûma Aynûr de sentezeke nû di muzîka rojhilat-rojavayî de afirandine. Di berhema nû de li şûna bikaranîna anstrumentên kilasîk, stayla Flamîngo bûne melodiyên gîtara Limón.   

Albûm ji 11 stranan pêk tê û bi çespa kompaniya Sony ketiye bazarê.

BasNews (Stenbol)