Share |

Ji bo bîranîna 34 saliya Koçkirina Derhênerê Kurd Yilmaz Guney

 Yilmaz Guney
Yilmaz Guney

Yilmaz Guney (z. 1 nîsan 1937 li Edene − m. 9 rezberê 1984 li Parîs) aktor, derhêner û nivîskarekî zaza û kurd e . Navê wê bi tirkî wekî Yılmaz Güney tê bilêvkirin.

 

Bi navê xwe yê rast Yılmaz Pütün, wekî Yılmaz Güney tê naskirin. Yılmazê Başûr yanî Yılmazê Kurdistanê. Ango ew li hemberî zehmetiyan xwar nabe, nakeve bêhêvîtiyê de, naweste û serî naçemîne. Yılmaz bi Kurdî tê van wateyan.

 

Ew li ser trajedî û drama xelkê xwe radiweste. Yilmaz Guney di sala 1937an de li gundê Edenêyê bi navê Yenîceyê hate dinê û yek ji 7 zarokên malbateke karker e, bi eslê xwe Zaza û Kurd e.

 

Jiyan

 

 Dibistana seretayî ango ya destpêkê û ya navîn li Edeneyê qedand. Ew ji 9 saliya xwe ve dest bi karkirinê dike. Guney, ji karên pembo bigre heta hesabgeriyê, gelek karên cîhêreng kir. Di van salan de wêje bala wî kişand û dest bi nivîsandina çîrokan kir. Lîseyê li Edenê, li zanîngeha Enqerê, Hiqûq, li zanîngeha Stembolê jî li fakulteya îqtîsadî xwend. Di salên lîseyê de ew gelekî ji hunerê re baldar e û di wan salan de kovareke hunerî ya bi navê 'Dorûk (Lûtke)' derdixe û çîrokan dinîvîsîne. Dema xwendina xwe berdewam dikir, rejîsor Atıf Yılmaz nas kir.

 

Bi alîkariya Atıf Yılmaz bû nivîsarê senaryo, lîstikvan û alîkarê rejîsor. Her wiha di sala 1957ande ji bo xwendina fakulteya îktîsadê diçe Stembolê. Lê nikare dewam bike. ji ber ku ji sala 1955an ve ye takîbat û dadgeha der barê wî de bi dawî bibû û di destpêkê de 7 sal û nîv bi cezayî zîndanê û 2 sal û nîv cezayê sirgûnê tê cezakirin. Paşê dadgeha temyîzê biryarê xera dike û di encama dadgehên nû de cezayî wî dibe salek û nîv zîndan û 6 meh sirgûn.

 

Lewma dibistana wî nîvco dimîne û rêyek tenê li ber wî dimîne. Bi gotina wî ew neçare di dibistana jiyanê de û bi rêya mamosteyên ku jiyan qebûl dike xwe perwerde û hîn bike û ew wisa dike... Di vî warî de ew wiha dibêje; "dibistana min pirtûk in, sînemaye, girtîgeh, qanûnên jiyanê yên tund, zextên civakî, xayîntî û mêrxasîye. Mamosteyê min jî jiyan e." Guney, di sala 1972an de bi sedema ku tevlî bûyerên sîyasî bûye tê girtin û 2 sal li girtîgehê dimîne û paşê serbest tê berdan.

 

Yilmaz Guney dema li Edeneyê fîlmê bi navê 'Endîşe' dikişand, dozgerê Yumurtalıkê ji ber haqareteke ku lê hatibû kirin kuşt û bi 18 sal cezayê zîndanê hate mehkum kirin. Yilmaz Guney, di sala 1981ê ji girtîgeha Spartayê reviya û bi awayekî veşartî derkete derveyî welêt.

 

Guney, her wiha di 9 îlona 1984an de di 47 saliya xwe de li fransayê çû ser dilovaniya xwe. Ew di fîlmên xwe de, li ser tengasiya jiyana gelê Kurd radiwestiya her wiha, xebatên xwe li ser çîrok, ceribandin û senaryo nivîseriyê jî hebû. Ew di jiyana xwe ya hunerê de gelek berhemên giran bûha li dû xwe dihêle.

 

Fîlmê Yilmaz Guney ê bi navê Yol (Rê) jî yek ji van berhema ye. Rê, di sala 1982an de, bi fîlma 'Wenda' ya rejîsorê yewnanî Costa Gavras re xelata Palmiyeya Zêrîn parvekiribû.

 

Filmên Yilmaz Guney

Fîlmên ku Guney tê de weke nivîskarê senaryoyê, derhêner û aktor rol heye, ev in:

 

At, Avrat, Silah, (Hesp, Jin, Çek) (1966)

- Bana kurşun işlemez (Gule li min nake) (1967)

Pire Nuri-Seyithan (Kêç Nûrî-Seyîdxan) (1968)

Aç kurtlar, Bir çirkin adam (Gurên birçî, Mêrekî netîtal, nerind) (1969)

Umut, Piyade Osman, Yedi Belalılar (Hêvî, Piyager Osman, Heftbelayan) (1970)

Kaçaklar (Fîraran) - Vurguncular (Rêbirran) - Ibret (Sosretî) - Yarın son gündür (Sibeyê roja dawîn e)-Umutsuzlar (Bêhêviyan) - Acı (Jan) - Ag˘ıt (Lorîn) - Baba (Bav) (hemî di sala 1971an de)

Zavalıllar (Belengazan) (1972/74)

an de Arkadas (Heval) (1974)

Fîlmên ku tê de weke aktor û nivîsarê senaryoyê kar kiriye

Alageyik (Karxezal) - Bu vatanin çoçuklari (Zarokên vê welatê) (herdu di sala 1959an de)

İkisi de Cesurdu (Herdu jî wêrek bûn) (1963)

Her Gün Ölmektense (Heya her roj bimirî) - Kamalı Zeybek (Zeybekê bi singo) - Koçero (hemî di sala 1964an de)

Kasımpaşalı (Qasimpaşayî) - Kasımpaşalı Recep (Recebê Qasimpaşayî) - Konyakçı (Konyakxwir) - Krallar Kralı (Keyê keyan)(hemî di sala 1965an de)

Aslanların Dönüşü (Vegera şêran) - Es¸ref Pasalı (Eşrefpaşayî) - Hudutların Kanunu (Zagona tixûban) - Yedi Dagın Aslanı (Şêrê Heftçiyayan) - Tilki Selim (Rovî Selîm) (hemî di sala 1966an de)

At Hırsızı (Dizê Hespan) Banus - S¸eytanın Oglu (Lawê Ehrîman) (hemî di 1967an de)

Azrail Benim (Ez im Ruhstîn) - Kargacı Halil (Qijikvan Xelîl) (hemî di sala 1968an de)

Belanın Yedi Türlüsü (Heft cureyê belayan) (1969)

İmzam Kanla Yazılı (Mora min bi xwînê hatiye nivîsîn) - Sevgili Muhafızım (Parêzvanê min ê xoşevîst) - Şeytan Kayaları (Zinarên Ehrîman) (hemî di sala 1970an de)

Fîlmên ku tê de weke nivîsarê senaryoyê kar kiriye

Karacaoğlanın Kara Sevdası (Evînreşiya Karacaoğlan) (1959)

Yaban Gülü (Gulbejî) (1961)

Ölüme Yalnız Gidilir (Tenê ye çûyina mirinê) (1962)

Burçak Tarlası (Zeviya xalxalî) (1966)

Endişe (Bedgumanî) (1974)

İzin (Destûr) - Bir Gün Mutlaka (Ew ê rojekê) (hemî di sala 1975an de)

Sürü (Kerî) (1978)

Düşman (Dijmin) (1979)

Yol (Rê) (1981)

 wikipedia